Şêniyên Mexmûrê: Em bi siyasetmedarên xwe re ne

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê li ber êrişên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP'ê rabûn û destnîşan kirin ku ew bi siyasetmedarên xwe yên li Bakurê Kurdistanê re ne.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo xwedî li HDP'ê derkeve, daxuyaniyek da.

Bi vê armancê şêniyên wargehê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê li hev kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê yên Kurdistanê, Mamoste Mela Şîrîn daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye;

"Dewleta faşîst di nava dîrokê de bi her cûreyî êrîş biriye ser gelê Kurd. Ev zihniyeta qirkirinê di vê demê de bi desthilatdariya Erdoganê faşîst hîn zêdetir bûye. Dema ku Erdogan hat ser desthilatdariyê behsa aştiyê dikir, lê ev yek li beramber gelê Kurd bi awayekî qirêj dida meşandin. Lê di pêvajoya DAIŞ’ê de rûyê wî yê rast bi awayekî eşkere derket holê.

Dewleta desthilatdar a AKP’ê û MHP’ê ku bi hevkariya DAIŞ’ê xwestin gelê Kurd tune bikin, êrişî Efrîn, Serêkaniyê, Başûrê Kurdistanê û îro jî êrişî siyastmedarên me yên li Bakûrê Kurdistanê dike. Lê çiqasî êrîşên xwe yên qirker pêkanîbe jî, lê lehengên gelê Kurd ne hêlan ku bighêjin armanca xwe.

Dewleta faşîst û qirker bi girtina siyasetmedarên me wê nikaribe çavên gelê Kurd bitirsîne û wan ji  rêxistina azadiya Kurdistanê bêhêle ku gav paşde bavêje. Li himber van êrîşan wê gelê me tu carî nehêle ku valatiyek bimîne û wê di asta herî jor de tekoşîna xwe bidin meşandin.

Em wek gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, bang li tevahî gelê Kurd dikin ku ji dewleta dagirker ne tirsin û bi zimanê ku desthilat jê fêm dikin bersiva wan bidin. Pêwiste kesê ku dibêje ez Kurd im li himber van êrişan bêdeng nemîn in."

Mamoste Mela Şîrîn ji bo siyasetmedarên HDP'ê jî diyar kir ku ew heta dawiyê bi wan re ne û bi berxwedana wan jî serbilind in.