Şengalî bajarê xwe ji nû ve ava dikin

Di çarçoveya karê jinûve avakirina Şengalê de, gel dest bi paqijkirina bajar ji bermahiyên çeteyan kir û rêyên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine xerakirin, bi rijandina betonê sererast dike.

Rêyên li navenda bajarê Şengalê ku di dema hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê de hatin xerakirin, ji aliyê gelê Şengalê ve tên sererastkirin.

Projeya ku ev 3 roj in dest pê kiriye û hikkumeta navendî ya Iraqê jî piştgiriyê dide, tê payin ku di nava hefteyekê de biqede û rêyên sereke yên li navenda bajêr bên betonkirin.

Ezîz Silêman ku di nava vî karî de cih digire anî ziman, ku ew niha rêyên hatine xerakirin sererast dikin û got, "Ev bû sê roj ku me dest bi vê projeyê kirine. Dibe ku di nava hefteyekê de biqede. Ji bo gelê xwe çi xebat û proje bê pêşiya me, em ê bikin. Şengal niha ji nû ve tê avakirin."

Silêman destnîşan kir, ku ew bi hêvî ne gelê wan li cih û warên xwe vegere û bi rengekî azad û bi hev re li Şengalê bijîn.

Silêman bi bîr xist, ku 70 ji sedî yê Şengalê bi temamî wêran bûye û bang li hikumeta navendî ya Iraqê û hikumeta herêmî kir, ku ji bo vî karê wan ê ji nû ve avakirinê bibin destek.

Ziyad Hecî jî yek ji karkerên ku betonê li ser rêyê dirijîne. Hecî got, "Em dixwazin her karê baş ji bo gelê xwe bikin. Ev bû 3 sal gelê me derbeder bûye. Pêwîste sazî û dezgehên xêrxwaziyê alîkariya ji nû ve avakirina Şengalê bikin."

Ajokarê wesayita ku betonê dirijîne Bênav Xorşîd anî ziman, ku Şengal gelekî xera bûye û got, "Ji bo avakirina Şengalê heta niha kesî alîkarî nedaye. Lê îro bi alîkariya hikumeta Bexdayê weke ciwanên Şengalê me dest bi sererastkirina rê û kolanan kirin."

Xorşîd jî bang li saziyên mirovahiyê kir ku ji bo jinûve avakirina Şengalê alîkariyê bi wan re bikin.