Şengalê piştî komkujiyê xwe ji nû ve afirand

Gelê Şengalê, bi dehan sazî û rêxistinên xwe, piştî fermanê xwe ji nû ve afirand.

Piştî komkujiyha 3'ê Tebaxa 2014'an bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin dîl hatin girtin. Civaka Êzidî ji bo careke din ferman li wan ranebe, hêzên xwe yên leşkerî, meclîsên xwe, saziyên xwe yên perwerdeyê, akademî û partiyên xwe ava kir.

Em ê bala xwe bidin ser sazî û rêxistiniya li Şengalê ya piştî komkujiyê ava bûn.

YEKÎNEYÊN BERXWEDANA ŞENGALÊ (YBŞ)

Piştî ku gel xwe gihand çiyayê Şengalê ku her fermanê de bûye stargeha parastina civaka Êzidî vê carê jî hembêza xwe ji gelê xwe re vekir. 9 siwariyan cihên herî stratejîk ji bo ku çete nekevin çiyê, parastin. Mirovên Êzidî yên bi çek û yên ku çekên wan nebûn ji bo carek din erkê xwe yê dîrokê pêk bînin mil dan milê siwariyan û ketin çeper û xeta berxwedanê. Ev kesên ku wê demê mil dan milê siwariyan biryar dan ku hêzek wan a parastinê ya ji ciwan Êzidî ava bikin. Di Îlona 2014’an ango hîna mehek  ser fermanê re neçû hêza xwe ya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ’ê) ava kirin. Êdî ciwanên Êzidî yên ku ji hêzên derve bê bawerî mabûn berê xwe dan nava refên YBŞ’ê. YBŞ dema hate avakirin diyar kirin bersiva fermanê ye û ew ê bi bedana xwe fermanan êdî bidin rawestandin. Gelo çima YBŞ hat ava kirin? Civaka Êzidî di nava çend seatan de ji aliyê hezaran çekdar ve bê parastin hiştin û gel di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin. Civaka Êzidî ku bi salane ji bo PDK’ê û Iraqê bûn leşker dîtin kesek ê wan biparêze û xwedî li namûsa Şengalê derkeve tine. Çawa Barzanî beriya fermanê çend rojan derket ragihandinê û diyar kir ku Şengalê namûsa wî ye, lê di şevekê de bê ku agahî bide namûs hişt û pey xwe jî mêze nekir. Lewra jî YBŞ ji neçarî hate avakirin. Ji bo ku ciwanên Êzidxanê bi destê gel û axa xwe biparêze û rastî ti xapandin neyê ev biryara YŞB'ê hate dayin.

YEKÎNEYÊN JINÊN ŞENGALÊ (YJŞ)

Di dema fermanê de yên herî zêde hatin kuştin û revandin weke her carê jinên Êzidî bûn. Tenê ser xatirê ku nekevin destê çeteyan û baweriya Tawusê Melek neguherin bê ku dudil bibin bi sedan jin xwe ji zinaran avêtin. Jinên êzidî yên dîl hatin girtin jî di sedsala 21’an ya ku bi navê mirovahî û demokrasiyê tê bi nav kirin di bazaran de hatin firotin. Ji ber ku sîstemê wisan bi jinên Êzidî kiribûn ne îrade û ne jî bawerî hiştibûn. Dema ku siwarî hatin û di nava wan de jin jî li hemberî çeteyan bê tirs ketin çeperan, ev bi xwe hêviyek dan jinên êzidî. Dema ji bo rizgarkirina gel û vekirina Koorîdora Mirovahiyê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berê xwe çeteyan. Êdî jinên êzidî ji vê bawer bûn ew jî dikarin mîna van jinan bikevin çeperên berxwedanê. Lewra jî jinên Êzidî sala 2015'an de biryar girtin ku Yekîneyên Parastina Jinên-Şengalê (YPJ-Şengal) ava bikin. Piştî wê demekê navê xwe guhertin û kirin Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) e.  YJŞ’ê wê demê diyar kirin wan ji tolhildana jinên êzidî yên dîl hatine girtin û di bazaran de tê firotin biryara artêşbûnê dane. 

Heya niha YBŞ û YJŞ’ê bajarê Şengalê, bajarokê Xanesorê, gundê Dohula, Boruk, Digurê, Barê, Kersê, Çilmêran, Behreva, Medîban, Kolik, Xeyalê, Sikêniyê, Cîdalê, tevahî çiyayê Şengalê û rêya bajarê Şengalê û Reqa rizgar kirine. Her çîqasî niha hinek li cih û gundan hêzên cûda hebin jî lê YBŞ-YJŞ’ê ev gund û bajarok ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin e. 39 km çeperên YBŞ-YJŞ’ê beramberî çeteyên DAIŞ’ê hebûn. Heya ku Heşd El-Şe’hbî hat vê herêmê. 11 mehan HPG, YBŞ’ê sîng bi sîng li bajarê Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir. 

MECLÎSA AVAKER A ŞENGALÊ

Civaka Êzidî di dîroka Êzîdxanê de yekemcar 14'ê Çileya 2015'an biryar da ku bêyî hewcedarî kesî be xwe bi xwe bi rê ve bibe. Armanca bingehîn a meclîsê; birêxistinkirin, parastin û perwerdekirina gel e. Dema ku ev biryar di çapemeniyê de hate weşandin, beriya her kesî Barzanî nerazîbûn nîşan da. Barzanî got, "PKK dixwaze li Şengalê kantonê ava bike." Lê belê ev biryar biryara gel bû. Gel piştî komkujiyê dît, ku eger xwe bi xwe bi rê ve nebe, wê ferman her tim li wan rabe. Ji bo pêşî li komkujiyan bigire, Meclîsa Avaker a Şengalê damezrandin. Zêdeyî 2 sal in meclîs heye û nûnerên hemû saziyan di nav de cih digirin. Meclîs ji 14 komîte û bi gişştî 34 endaman pêk tê. Tîrmeha 2016'an Meclîsa Xanesorê hate ragihandin. Dema ku vegera li gundan zêde bû, Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan biryar da her gund meclîsa xwe ava bike. 11'ê Adara 2017'an gundê Borikê meclîsa xwe ava kir. 30'ê Adara 2017'an Meclîsa Serdeştê ya li Çiyayê Şengalê hate ragihandin. Meclîsa Serdeştê ji 63 kesî pêk tê.

MECLÎSA XWESERIYA DEMOKRATÎK

14'ê Çileya 2017'an, di salvegera damezrandina Meclîsa Avaker a Şengalê de, xebatên ji bo xweseriya Şengalê dest pê kirin. Ji ber ku vegera li hemû gundê Şengalê zêde bûn û tevî vê yekê bi hezaran Êzidî li çiyayê Şengalê bûn. Pêwîstiya bi xurtkirina meclîsê derket holê. Roja 30'ê Gulanê Meclîsa Avaker kongreya xwe ya 2. lidar xist û di kongreyê de navê meclîsê hate guhertin. Navê wê bû Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê. Di nava meclîsê de nûnerên hemû gundên Şengalê hene. Meclîs ji 101 kesî pêk tê. Tevî vê yekê, yekemcar di dîroka Şengalê de sîstema hevserokatiyê hat rûniştandin.

Piştî ragihandina meclîsa Şengalê, Desteya Rêveberiya Şengalê hate ragihandin. Nûnerên hemû saziyên li Şengalê cihê xwe di nava Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de digirin.

TEVGERA AZADIYÊ YA JINÊN ÊZIDÎ (TAJÊ)

Yên ku herî zêde zerar ji fermana 73'an dîtin, keç û jinên Êzidî bûn ku li bajaran hatin firotin. Jinên Êzidî yên xwestin bibin xwedî îrade û xwe bi xwe bi rê ve bibin, biryar dan Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ava bikin. Rol û mîsyona vê tevgerê jî; rêxistinkirin û perwerdekirina jinên Êzidî ye. Meclîsa TAJÊ ji 31 kesî pêk tê.

AKADEMÎ

Piştî komkujiyê, pêwîstiya jinên civaka herî zêde bi akademî û perwerdeyê çêbû. Ji ber vê yekê, Çileya 2016'an Akademiya Şehîd Egîd Efrîn hate damezrandin. Li vê akademiyê heta niha bi dewreyan perwerde hatiye dayin. Li Akademiyê li ser rastiya Êzidiyatiyê, bawerî, çanda Êzidiyan, xwe birêbirin û bûyîna xwedî îrade, ders tên dayin. Pêşengên civaka sivîl her meh tevlî vê perwerdeyê dibin û perwerde mehekê dewam dike. TAJÊ jî Akademiya Şehîd Binevş Edessa ya Xweer ava kir. Tevî vê yekê di çarçoveya xweparastinê de ji aliyê leşkerî ve perwerde tê dayin.

PERWERDEYA LI ŞENGALÊ

Li Şengalê, ji ber ku li ser navê hikumet û sîstemê tiştek nema ye, ciwanên Êzidî li gorî derfetên xwe li bereqe û konan dibistan ji bo zarokên Şengalê vekirin. Ev bû sê sal perwede tê dayin. Yekemcar e zarokên Şengalî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin. Li her gundî û her cihî dibistan hatiye vekirin û zarok tên pwerdekirin. Bi giştî 10 dibistan hatin vekirin û ji 40 polî pêk tê. Heta pola 6'an perwerde tê dayin. Par 400 xwendekar hatîbûne bixwînin, îsal ev hejmar gihîşt 600 kesî. Perwerde ji aliyê 33 mamosteyan ve tê dayin. Dersên ziman, matematîk, zanistên civakî, fen, wêne, beden, muzîkê tên dayin. Îsal dersên Erebî û Îngilîzî jî li perwerdeyê hatine zêdekirin.

XIZMETÊN CIVAKÎ (ŞAREDARÎ)

Saziya Xizmetên Civakî piştî komkujiyê ava bû. Armanca xwe xizmeta ji bo civaka Êzidî û bersivdana ji bo pêdiviyên civakê ye. Bêyî cihêkarî bê kirin, xizmetê ji tevahiya gelê Şengalê re dike. Bi 5 tankerên avê,  traktor û qemyonekê çopê, hewl dide xizmetê bide 55-60 hezar kesî. 47 xebatkarên xwe yên dildar ên vê saziyê hene.

PARTİYA AZADIYÊ YA DEMOKRATÎK A ÊZIDIYAN (PADÊ)

Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdiyan di 2016'an de hate ava kirin û Tevgera Êzîdiyên Serbixwe jî tevlî wê bû. Serokê wê Şêx Qehtan Elî ye. Armanca wê gel rêxistin bike, zana û pêş bixe.  Wê tevlî hilbijartinên Iraqê bibe û nûnertiya civaka Êzîdî ya Şengalê bike. Nûnerên PADÊ li gundê Şengalê hene. 3 navendên xwe li gundên Şengalê vekirine. Ji aliyê dewleta Iraqê ve bi fermî hatiye naskirin û destûra karkirinê girtiye.

ASAYÎŞA ÊZÎDXANÊ

Ji ber zêdebûna hejmara şêniyên Şengalê li navenda bajêr û gundan û ji ber ku YBŞ û YJŞ timî li eniyên pêş ên şer in, Hezîrana 2016'an ji bo parastina ewlekariya navxweyî biryar hate dayin ku Asayîş were avakirin. Bi vê armancê Asayîşa Êzîdxanê ava bû. Bi sedan endamên Asayîşa Êzîdxanê gund û gelek herêmên navendî ji êrîşên derve diparêze.

YEKÎNEYÊN TAYBET ÊN ÊZÎDXANÊ (YTÊ)

Ji bo şervanên YBŞ û YJŞ profesyonel bibin, Yekîtiyên Taybet ên Êzîdxanê sala 2016'an ava bû. Ev yekîne bi erkên taybet û xetere radibe. Heta niha bi dehan jinên Êzidî bi operasyonên taybet ji nava lepên DAIŞ'ê rizgar kiriye.