'Şehîdên Pirsûsê rûmeta mirovahiyê parastin'

Gerîlayên MLKP-FESK'ê ragihandin ku ciwanên li Pirsûsê hatin qetilkirin nirxê mirovahiyê diparastin û li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, ji bo mezinkirina têkoşînê bang kirin.

Gerîlayên MLKP-FESK'ê di salvegera komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmehê de armanc AKP'ê ya ji komkujiyê nirxandin. Gerîlayê MLKP'ê Yagiz Gunebakan mînak gelek ciwanên sosyalîst piştî komkujiya Pirsûsê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Gunebakan got, "Li dijî zext, mêtingerî û komkujiyên ku li gelên me, li hevrêyên me, li jinan, ciwanan, karker û kedkaran tê ferzkirin, min xwest li qada leşkerî bibim bersiv, lewma rahişt çekê. Êdî gerîlayekî Marksîst Lenînîst Komunîst im û ez ê bi vî rengî bimirim."

Gerîlaya MLKP-KKO Eylem Dînç jî anî ziman ku ew ji Rojava tevlî partiya xwe bûye û bang li jin û ciwanan kir ku têkoşînê mezin bikin. Her wiha bang li şoreşger, antîfaşîstên Tirkiyeyê kir ku li dijî dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê têkoşînê mezin bikin.

CIWAN WÊ BIBÛNA PIREK BER BI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ VE

Gerîlayê MLKP'ê Yagiz Gunebakan li ser armanca desthilatdariya AKP'ê û çeteyên DAÎŞ'ê ya ji Komkujiya Pirsûsê axivî û got, "Dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Kobanê, Ciwanên Sosyalîst hem li eniya şer hem jî li ser sînor li qadên nobedê li ber êrişan rabûn. Rûmeta mirovahiyê parastin. Ciwanên Sosyalîst ku cihê xwe di nava şerê azadiyê û rûmetê yê Kobanê de girtin, di heman demê de li serhildana Gezî jî amade bûn. Dema ku şerê Kobanê bi dawî bû û DAÎŞ têk çû, rûmeta mirovahiyê li ser piyan ma, lê bajar hilweşiya bû. Ciwanên Sosyalîst careke din biryar dan ku biçin Kobanê.

Vê carê wê bajar ava kiribûna. Wê pirtûkxane çêkiribûna, dar çandibûna, parka zarokan ava kiribûna, pêlîstok dabûna zarokan. Wê piştevaniya bindestan bihûnandibûna û bibûna bingeh ji şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê re. Ciwanên ku bûn pir ji Zapê re, vê carê wê bibûna pirek ber bi Rojavayê Kurdistanê ve."

JINAN TÊKOŞÎN XURT KIRIN

Gunebakan anî ziman ku bi Komkujiya Pirsûsê re di heman demê de xwestin ciwanan bêdeng bikin, bitepisînin û got, "Hevrê Roza bû yek ji wan hevrêyên me ku pêvajo baş xwend û li ser xeta demê meşiya. Ji xwe li herêmên Parastinê yên Medyayê di pêvajoya amadekariya şerê şoreşgerî de şehîd bû. hevrêyên me yên şervanên ciwan cihê xwe di nava berxwedana xwerêveberiyê de jî girtin. Di dema Komkujiya Garê ya Enqereyê de jî Ciwanên Sosyalîst li wir bûn. Bi her şêweyên têkoşînê hesab pirsîn. Li Rojava fîşek li faşîstan xistin, li Rojava jî di çeperan de têkoşîna edaletê li qadan meşandin.

Jinan li nava Şoreşa Rojava bi rola xwe ya siyasî û leşkerî rengê xwe dan şoreşê û şoreşa demokratîk a gelparêz veguherandin şoreşa jinê. Destketiyên polîtîk, leşkerî û hiqûqî yên ku jinan di nava şoreşê de bi dest xistin, zayenda jinê li Rojava azad kir û li dinyayê jî hêz da têkoşîna azadiya jinê.

Bang li jin ên ciwan, mêr ên ciwan dikim, bang li bindestan dikim ku li çiya û bajarên kurdistanê û Tirkiyeyê şer bilind bikin, milkiyeta taybet ji holê rakin, ji bo vê xwe bi rêxistin bikin, rahêjin çekê û şer bikin. Tiştekî ku kapîtalîzm bide ciwanan, jinan, karkeran, kedkaran û bindestan, tiştekî ku bide gelên me nîne. Azadî tenê bi têkoşînê dikare bê bidestxistin."

'XWESTIN KU DERBÊ LI XEWN Û XEYALÊN BIRATÎ Û WEKHEVIYA GELAN BIXIN'

Gerîlaya MLKP/KKO Eylem Dînç jî bal kişand ser rola jinan a di pêvajoya berxwedana Kobanê de û got, "Kobanê ji ber vê yekê ji bo jinan girîng bû." Dînç got, "Di şerê parastina Kobanê de bi fedayîtiya Arîn Mîrkanan, Sarya Ûmûtan DAÎŞ hate têkbirin. Dema ku komkujî hate kirin li Pirsûsê bi dehan şoreşgerên sosyalîst li Pirsûsê dirûşma 'Ji Arîn heta Sîbel em ber bi serketinê ve dimeşin' diqîriyan. Lewma yek ji armancên komkujiyê ew bû ku jin ên ciwan bitirsînin û rengê jinê yê şoreşa Rojava asteng bikin.

Ciwanên ku ji neteweyên cuda ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava li Pirsûsê li hev kom bûn, rûmeta her neteweyê bûn.

Xwestin ku yekîtiya gelên Rojava li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn jî ava bikin. Ji ber vê yekê rewşa li Rojava ji bo Rojhilata Navîn jî bû mînak."

'GELÊ KOBANÊ XEWN Û XEYALÊN ŞEHÎDÊN PIRSÛSÊ PÊK ANÎ'

Gerîlaya MLKP/KKO Eylem Dînç diyar kir ku piştî komkujiya Pirsûsê gelên Rojava gelekî bi hêrs bû, gelekî êşiya lê tevî vê yekê jî karê xwe yê ji bo bîranîna şehîdên Pirsûsê dewam kirin. Eylem Dînç got, "Piştî komkujiyê gel û zarokên Kobanê bi navê şehîdên Pirsûsê şitlê daran çandin. Bi navê şehîdên Pirsûsê parka lîstikan çêkirin. Gelê Kobanê ji bo xeyalên şehîdên Pirsûsê temam bike, ked dan û hewl dan tişta wan dixwestin li Rojava bikin, temam bikin. Dema ku mirov ji vî alî ve dinirxînin dibînin ku komkujî bi ser neketiye.

Bi navê jineke komunîst bang li gelê me yê Kurd ê bindest û her kesî dikim ku li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li dijî komkujiyên li dinyayê dike, hesab bipirsin."