Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn

Şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin kuştin, di salvegera komkujiyê de li wargeha Mexmûrê hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez, li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

Merasîma ku ji aliyê Meclîsa Îştar a Jinên Wargehê ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê û şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Ji Meclîsa Îştar Zinarîn Firat piştre axivî û bal kişand ser têkoşîna 5 salan a gelê Kurd a ji bo ronîkirina komkujiyê.

Piştre sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Cansiz, Dogan û Şaylemez hate nîşandan û merasîm bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" qediya.