Şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê li Silêmaniyê hatin bîranîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê, li Salona Mîlano ya Silêmaniyê bi merasîmekê Şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr bi boneya salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê li salona Mîlano ya Silêmanî nûnerên sazî û partiyan jî di nav de, bi tevlîbûna dehan kesî merasîmek li dar xist.

Salona merasîmê bi wêneyên Şehîdên Berxwedana Serdemê û taybet sembolên berxwedanê Şehîd Avesta û Karker û bi wêneyên bi dehan şehîdên din hatibû xemilandin. Her wiha dîsa wêneyên hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê li ser mirovî, xweza, cihên dîrokî û îbadetxaneyan jî hatibûn hildan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Nûnerên PYD, Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Bereya Piştevaniya bi Rojava re û gelek kesayet û rewşenbîr li merasîmê amade bûn.

Di merasîmê de li ser navê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî Evîn Siwêd daxuyaniyek da. Siwêd bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên li Efrînê û ev agahî da: “Li Efrînê di nava 5 alan de zêdetirê 22 mêtîngehan hatine avakirin. Di encama guhertina demografîk de qasî 300 hezar Kurdên resen ji mal û milkê xwe hatine derxistin û li şûna wan  zêdetirê 500 hezar çete û malbatên wan hatıne bicihkirin, di nav de sedî 30 Tirkmen û ji sedî 5 Filestî ne.

Di nava van 5 salan de her cûre êrîş û kiryarên der mirovî pêk hatin. Di encamê de 663 sûcên kuştinê, ji vana 129 jin, 8644 kes hatin revandin ji van 243 jin in. Ji 78 girên dîrokî û cihên kevnar 59 hatin talankirin û rûxandin.

Xwezaya Efrînê jî ji kiryarên dewleta Tirk bê par neman û zêdetirê  367 hezar darên zeytûnê hatin birîn, 13500 dar û 12 hezar hektar erd hate şewitandin.”

Siwêd diyar kir ku Rêveberiya Xweser Efrîn jî di nav de hemû herêmên hatine dagirkirin rizgarkirina wan weke erkê xwe dibîne, ji bo vê jî wê bê navber têbikoşe.

Piştî Siwêd, li ser navê Bereya Piştevaniyê ya bi Rojava re Simko Reşîd jî peyama xwe da û bal kişand ser hovîtî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê.

Dewama çalakiyê sînevîzyonek li ser talan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate nîşandan.

Di dewama çalakiyê de peyama Hîzba Şuî û Tevgera Azadî hate dayîn.

Herî dawî jî Nûnerê PYD’ê yê li Başûr Cawîdan Kemal peyamek da û diyar kir ku têkoşîna gelê Kurd ji êrîşên dagirkeriyê yên 5 sal in li ser Efrînê didome, mezintir e.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.