Şapatan 4 roj in dişewite, dewlet astengiyan derdixe

Gundê Şapatanê ya Şemzînanê bê navber 4 roj in dişewite. Hêzên dewletê nahêlin kes biçe herêmê, operasyon û qedexeya herêmê jî didome.

Li gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînana Colemêrgê berî 4 rojan agir bi daristanê ketibû û şewata li herêmê didome. Qada ku bi qasî 2 kîlometreyan dûrê navçeyê ye, di 27'ê Tebaxê de 7 rojan ‘qedexeya derketina derve’ lê hatibû îlankirin. Li herêmên bi navê Dole, Serdolê, Hewrîsê, Kanîbotkê, Resê, Piştaderê, Kelûtka, Pavîzewarî û Bînsul ku dikevin herêma Elde Sereroyê, agir bi herêmê ketibû. Şewata ji ber êrîşên topan derket, bi rojan e didome û qedexeya li herêmê jî berdewam dike.

RAYEDAR DESTÛRÊ NADIN

Şewata ku ev 4 roj in dewam dike, tu sazî û rayedarên dewleta Tirk mudaxaleyê şewatê nake, ekîbên ku berî çend rojan hatibûn gund jî, Midûriyeta Daristanê ya Colemêrgê beyî ku tiştekî bike, ew paş ve vegerandibû.

GUNDÎ VEDIMIRÎNIN

Gundiyan da zanîn ku ekîbên agirkujiyê hatine herêmê lê mudaxale nekirine û leşkeran jî bi gotina "Biçin herêmê lê bi tu awayî mudaxale nekin" ew tembîh kirine. Gundiyan piştrast kirin ku wan di 4 rojan de bi derfetên xwe agir vemirandine û gotin: "Dewlet a ku ji bo şewata li Îsraîlê balefir şand, ji bo Şapatanê tu tiştekî nake."