Şahidên bûyerê: Heronan Temel gulebaran kir

Li herêma Kaniyareş heronan welatî gulebarankirin û Mehmet Temel ê bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Dayika Temel eşkere kir ku kurê wê ji bo wê bigire hatiye gund û eşkere kir ku Heronan kurê wê qetil kiriye.

Şahidên bûyerê piştî çûn herêmê, eşkere kirin ku ew kesên li wir sivîl bûne û wiha got: "Yanî ew tiştên ku rojname dibêjin 'terorîst bûn' tiştekî wisa tune. Li cihê bûyerê tenê şopên teqînê hene û ew jî dişibe şopên heronan.

Li herêma Kaniyareş a girêdayî bejahiya Ezîzanê ya gundê Talê ya Colemêrgê, heronan welatî gulebarankiribûn û 4 kes birîndar bûbûn. Mehmet Temel ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê li vir jiyana xwe ji dest da. Welatiyên bi navê Îsmaîl Aydin, Îbrahîm Sak û Mûsa Tarhan jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

'KURÊ MIN SIVÎL BÛ'

Dayika Mehmet Temel Sîma Temel piştî bûyerê çû herêmê û destnîşan kir ku kurê wê sivîl e û ji bo wê ji gund bigire hatibû, lê Heronan ew gulebaran kir. Dayik Temel tiştên qewimî ne wiha vegot: "Kurê min di saetên nîvro de ji bo min bigire hatibû. Em ê bi hev re bûçûna Wanê û me yê bavê wî yê ku salek e girtî ye, me yê ziyaret bikira. Min ji wî re got ez ê bi wesayîtê êvarê werim, wî jî got ku 'Ez ê jî bi hevalên xwe re biçim Kaniyareş û em ê li wir seyranê bikin, xarina nîvro li wir bixwe û piştre vegerin bajêr.' Min nimêja nîvro dikir, dengê teqînekê hat, dema em peyayî jêr bûn kurê min di nav xwînê de bû. Herona li kurê min da."

'JI BO DAYIKA XWE ÇÛ, CENAZÊ WÎ HAT'

Naciye Temel jî diyar kir ku hevjînê wê di karê înşaetê de dixebite û wiha got: "Hevjînê min saet di 13.00'an de çû gund. Min got neçe, lê wî got ez ê zû vegerim. Min nizanibû ku wê Mehmetê min di nav xwînê de li min vegere. Min nizanibû ku wê me û sebiyê me tenê bihêle. Ji bo dayika xwe ji gund bigire diçû herêmê, cenazeyê wî bi ser meda şandin."

‘LI KÊLEKA RÊ DIRÊJKIRÎ BÛN’

Şahidê bûyerê yê ku destpêkê çû herêmê û nexwest navê xwe bêje, destnîşan kir ku wan bi derfetên xwe birîndar rakirine nexweşxaneyê û ev tişt anî ziman: "Piştî teqînê ez ji gund dihatim Colemêrgê. Li herêma Kanîreşê Mûsa û Îbrahîm bi birîndarî diçûn gund. Wan got Mehmet û Îsmaîl mirine. Dema ez çûme herêmê Mehmet û Îsmaîl di nav xwînê de bûn. Min her du xistin dawiya wesayîta Mehmet û bi wê wesayîtê em çûn nexweşxaneyê."

'KESÊN LI HERÊMÊ SIVÎL BÛN'

Şahidekî din ê çû herêmê jî wiha got: "Dema em çûn cihê bûyerê Mehmet bê tevger dirêjkirî bû" û wiha pêde çû: "Li wir tenê du birîndar hebû. Tu kes jî li wir tune bû. Ew kesên li wir jî ji xwe cilên sivîl li ser wan bûn. Yanî ew tiştên rojname dibêjin 'terorîst bûn' ne rast e. Li cihê bûyerê tenê şopên teqînê hebûn. Ew jî dişibin şopên Heronan."

WALÎTIYÊ BÛYER BEROVAJÎ KIR

Walîtiya Colemêrgê jî wekî hemû waliyên li Kurdistanê, xwest li ser hovîtiyê bigire û ev daxuyanî da: "Di çarçoveya êrîşa mijara gotinê de 4 endamên rêxistina terorê hatin bêbandorkirin, ev kesên ku li herêma mijara gotinê civîn pêk tanîn, hevkarên bi navê Îbrahîm Sak û Mûsa Tarhan bi sivikî, hevkarên bi navê Mehmet Temel û Îsmaîl Aydin bi giranî birîndar bûn, ev 4 hevkar bi derfetên xwe çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û ev hatiye tespîtkirin. Hevkarê mijara gotinê Mehmet Temel li nexweşxaneyê dema dihat dermankirin wefat kir. Di derbarê mijarê de lêkolîn dewam dike."