Şahidan hovîtiya li Licê vegotin: Birîndar bi erdê re kaş kirin

Xizmên kesên di encama guleraşandina leşkeran a li gudnê Mişrifê de birîndar bibûn axivîn. Munevver Yildirim a ku hevjîn û zarokê wê birîndar bû got: “Tevî ku hevjîn û kurê min birîndar bûn, bi erdê ve karş kirin û birin.”

Li gundê Mişrifê ya Licê ya Amedê duh bi şev leşkeran gule li welatiyan reşandibû û yek jê giran 3 kes birîndar bûbûn. Artêşa Tirk bi şev bi helîkopteran leşker jî li herêmê peyakiribû û welatiyên bi navê Celal Yildirim, kurê wî Bedran Yildirim û Munîr Serîn gulebaran kiribû û bi saetan beyî ku wan rakin nexweşxaneyê, ew li gund rawestandin. Welatiyên ku rakirin nexweşxaneyê, Bedran Yildirim û Munîr Serîn hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên welatiyan, dorpêça li gund heta sibê dewam kiriye, leşkeran gelek mal serobinê hev kiriye.

DAN BER GULEYAN

Munevver Yildirim nerazîbûn nîşanî êrîşa li dijî hevjîn û kurê xwe Bedran da û di derbarê operasyonê de ev tişt got: "Hevjîn û kurê min bi traktorê zevî av didan, me dît ku bi helîkopteran leşkeran li gund datînin. Piştî çend deqeyan dûkel li ser traktorê rabû. Em ber bi wan de revîn. Leşkeran em jî gulebaran kirin. Lê tiştek bi me nehat."

'DI RÊ DE ŞOPÊN XWÎNÊ HEBÛN'

Yildirim eşkere kir ku wan neçarî bûyer ji dûr ve şopandiye û wiha pêde çû: "Hevjîn û kurê min bi saetan bi erdê re kaş kirin. Di wê demê de êşkence li wan dikirin. Atletê kurê min û diranê hevjînê min min li erdê komkirin. 3 gule li traktorê ketibûn. Em nizanin hevjînê min çawa birîndar bûye. Di rê de şopên xwînê hebûn." Yildirim destnîşan kir ku kurê wê ji bo cejnê hatiye û di derbarê lêgerîna leşkeran de jî ev tişt anî ziman: "Di carekê de bi dehan leşker ketin malê, derî û şibekeyên me şikandin. Ev tiştên tên kirin zilm e."

Birayê Munîr Serîn Menduh Serîn jî diyar kir ku birayê wî ji lingê xwe birîndar bûye, dema wî xwestiye xwe bigihîne birayê xwe, ji dûr ve ew gulebaran kirine. Serîn piştrast kir ku li Licê her dem welatî tên gulebarankirin û ev hovîtiya dewletê şermezar kir.