Şahid: Dema ku li helîkopterê siwar kirin, li ser xwe bûn

Şahid Cengîz Şîban diyar kir ku dema Osman Şîban û Servet Tûrgût li helîkopterê hatin siwarkirin, li ser xwe bûn, rewşa wan baş bû.

Li navçeya Şaxê ya Wanê, Servet Tûrgût (55) û Osman Şîban (50) ku 2 roj piştî ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin destgîrkirin li beşa servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hatin dîtin, bi belgeyan eşkere bû ku ji helîkopterê hatine avêtin. Rewşa tenduristiyê ya Servet Tûrgût (55) ku bavê 7 zarokan e, dewam dike. Osman Şîban (50) ê bavê 8 zarokan jî ku doh bi biryara dozgeriyê bi zorê birin nexweşxaneya leşkerî, derbasî Mersînê hate kirin.

'MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT, REWŞA WAN BAŞ BÛ, LI SER XWE BÛN'

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, birayê Osman Şîban Cengîz Şîban ku şahidê bûyerê bû, diyar kir ku Servet Tûrgût dema li nava zeviyên xwe ka kom dikir, ji aliyê leşkeran ve hate destgîrkirin. Şîban her wiha diyar kir ku kekê wî Osman Şîban jî dema ku bi hev re çay vedixwar hate destgîrkirin. Cengîz Şîban daxuyaniya walîtiyê derewand û anî ziman ku wî her du kesên ji helîkopterê hatin avetin di dema destgîrkirinê de bi çavên xwe dîtiye ku rewşa wan a tenduristiyê baş bû û bi vî rengî li helîkopterê siwar kirine.

Şîban diyar kir ku Servet Tûrgût piştî ku hate destgîrkirin û anîn gund, li bedena wî birînek tune bû û got, "Lûleya tivingê dabûn pişta Servet. Leşkeran dema ku Servet anîn, li bedena wî şopeke birînê tune bû. Osman jî birin û li helîkopterê siwar kirin. Yanî her du kes heta li helîkopterê hatin siwarkirin rewşa tenduristiya wan baş bû. Ya ku min dît ev e, min ev yek bi çavên xwe dît. Dema ku kekê min birin ez li wir bûm. Piştî 3 rojan dema ku em gihîştin xizmên xwe, em hîn bûn ku di servîsa lezgîn de ne."