Îro roja dawîn a konê sersaxiyê ya ji bo Merwan Bedel e

Îro roja dawî ya konê sersaxiyê ya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel e.

Konê sersaxiyê ya ji bo Merwan Bedel ku di 7’ê Kanûnê de di encama êrişa balefirên bê mirov yên dewleta Tirk de şehît ketibû , bi merasîmekê û tevlîbûna sedan kesî bi dawî bû. Di merasîmê de soza pêkanîna xewn û xeyalên şehîd Merwan û tevahiya şehîdan hate dayîn.

 Ji bo Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel  di 8’ê Kanûnê de li bajarokê Xanesorê ê Şengalê kon hatibû vedan. Di nava sê rojan de bi hezaran kesî seredana konê sersaxiyê kirin.

 Îro jî di roja sêyemîn de konê sersaxiyê bi merasîmekê bi heybet bi dawî bû. Di roja dawî de bi sedan kes ji Şengal û derdora wê tevî berpirsê Leşkerî ê Heşda Şabî, polîs, rêxistinên civaka Êzidî kesayet û serokeşîrên Şengalê, Rêberê Ruhanî ê Êzdiyan Babe Şêx, Tevahî pêkhateya Şengalê û sazî û dezgehên Şengalê serdana konê sersaxiyê kirin.

Di konê sersaxiyê de li ser navê Hêzên Parastinê YBŞ û YJŞ’ê Axîn Întîqam axivî û got “Heval Dijwar yek ji wan kesan bû ku di bingeha vê berxwedan û dozê de cih digirt. Heval Dijwar ji destpêka têkoşînê ve bi qehremanî û fermandariya xwe pêşengtî ji civakê re dikir. Bila xayîn û xwefiroş baş bizanibin em ê li hemberî van êrişan dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Li sernavê malbatê jî Rêber Şengalî axivî û bal kişand ser kesên dibin hevkarê dijimin û got “Bila her kes bizane ew kesên ku destekê didin dijmin em ê wan efû nekin. “

Her wiha Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisnên jî axivî û got : “Şehîdên weke Mam Zekî, Mam Beşîr, Şehîd Zerdeşt Şehît Merwan kirine ku dijmin pêşiya xwe nebîne. Em ji dijminan re dibêjin em ê li ser rêça şehîdên xwe li pey doza wan bin.”

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî jî axivî û got “Hevalê me Merwan Bedel ji bo tifaqa Êzidî ji bo civaka me Êzidî bikaribe azad li ser vê axê bijîn di nava kar de bû û wî şev û rojên xwe kiribûn yek. Em ê heya dawî xwedî li xewn û xeyalên wan derkevin.”