Îrgî: Em ê şaredariyan ji dizan bistînin bidin gel!

Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Îkram Îrgî got, "Gelê me dibêje wê dizên ku vîna wan desteser kiriye nas nekin. Em ê jî şaredariyên xwe yên ku dizan desteser kirine bigirin û bidin gel.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê li Kurdistan û Tirkiyê xebatên xwe didomînin. Di xebatên HDP’ê yên li bajarên Kurdistanê de gel eleqeyeke mezin nîşanê hevnamzetên şaredariyê dide û xwedî lê derdikeve. Yek ji van navendan jî Êlih e. Êlihî li dijî polîtîkayên qeyûman bertekên xwe bi xwedîderketina xwebatên hilbijartinê yên HDP’ê raber dikin.

Me di derbarê xebatên hilbijartinê de bi hevserokê bajêr ê Êlihê Îkram Îrgî re axivî...

Îrgî, da zanîn ku rêveberiya HDP’ê ji bo xebatên hilbijartinê di nav karbeşî û koordînasyoneke têkûz de xebatên hilbijartinê dimeşînin û diyar kir ku ji bo van xebatan 9 komîsyon ava kirine û da zanîn ku di xebatên wan ên heta niha de kêmasiyek derneketiye. Îrgî, da zanîn ku nêzikatiya Êlihiyan a hilbijartinê gelek erênî ye.

Îrgî, da zanîn ku eleqeyeke mezin a gel a ji bo partiya wan heye û ev jî moral û coşa wan a serkeftinê zêdetir dike. Îrmî da zanîn ku gelê Kurd bi sekn û xwedîderketina li partiya xwe polîtîkayên dewleta Tirk vala derdixe û got gelê me xwedî li partiya xwe û vîna xwe derdikeve.

'WÊ GELÊ ME DIZAN NAS NEKE'

Îrgî wiha domand, "Me beriya niha 2 salan bi xebateke nêzî 3 mehan fikr û nêrîna gelê xwe girt. Gelê me dibê ku ev qeyûm mala wan bi zêran jî dagirin wê wan nas nekin û wan ji Kurdistanê derînin. Kesên ku vîna me desteser kirî û dizî, em ê nas nekin. Ango me bi 13 hezar kesan re rû bi rû hevdîtin kir. Em ê vê helwestê di sindoqan de jî bibînin. Li Êlihê ku xwedî 338 hezar hilbijêran e, 1054 sindoq hene. Em weke rêxistina partiya xwe ya Êlihê, navend jî tê de, li 4 navçe û çar jî bajarokan dikevin hilbijartinê. Me 1054 berpirsyarê sindoqan erkdar kirine. Em hê jî xebata vê dikin.”

'EM Ê ŞAREDARIYAN JI DIZAN BISTÎNIN'

Îkram Îrgî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; "Hûn dizanin namzediya namzedê me yê destpêkê Sabrî Ozdemîr hat betalkirin. Di heman demê de ji bo nebe namzet 3 sal cezayê girtîgehê lê birîn. HDP, xwedî daneheviya salan e, her tim alternatîfên wê hene. Ji bo vê me serî li gel da û bi hilbijartina gel delegeyê ku rêza duyemîn hevalê me Mehmet Demîr weke namzet hate nîşandan. Em bi gel re dicivin. Em diçin her cihî, wê ti cihên ku em neçinê û xwe negihînê nemîne. Em her roj diçin serdana esnaf, sûkê û rêxistinên civaka sivîl. Em ê şaredariyên gel ku dizan desteser kirî, em ê dîsa bistînin û bidin gel. Hem hevalên me hem jî gelê me bi biryar in.”