Înîsiyatîfa Eşîrên Welatparêz: Li ser sifreya dijminên Kurdan rûnenên

Înîsiyatîfa Eşîrên Welatparêz ên Kurdistanê got, "Li ser sifreya kesên dijminatiyê li gelê Kurd dikin rûnenên û li dora nirxên gelê me bibin yek.”

Înîsiyatîfa Eşîrên Welatparêz ên Kurdistanê bi boneya Cejna Remezanê peyamek parve kir. Înîsiyatîfê hêvî kir ku Cejna Remezanê bibe wesîleya yekitî, hevgirtin û azadiyê û banga “li dora nirxên gelê Kurd bibin yek” li gel kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: 

“Di serî de Wan, li gelek bajaran di hilbijartinên 31’ê Adarê de serketineke mezin hat bidestxistin. Li gel vê serketina mezin, mixabin hinek rûspiyên eşîran li şûna ku cem gelê xwe cih bigirin, li kêleka pergalê cih girtin. Divê gelê me yê welatparêz bizane ku ev nêzikatî, zirarê dide têkoşîna me ya maf û yekitiya me. Ev şexs partî bi partî digerin û heke gotin di cih de be tercîha demokratîk a endamên eşîra xwe tune dihesibînin û hewl dan bi firotina dengên wan berjewendiyên xwe cîbicî bikin. Ne em ne jî dê tu welatparêz vê yekê ji bîr neke û divê neyê jibîrkirin. Em xulam û koleyên tu kesî nînin. Em her tim xwedî tercîh û seknekê ne û em ê li cem doza xwe ya mafdar cih bigirin. 

Bangawaziya me ya ji bo gelê me yê hêja û eşîran ev e; yên xwedî li gel, eşîr û nirxên xwe yên cewherî dernekevin, yên hewl didin li ser xwîna ciwanên Kurd berjewendiyên xwe cîbicî bikin, yên xiyanetê dikin kî dibin bila bibin, divê sekn û helwesta me ya li dijî wan zelal be. Li ser sifreya rûspî û axayên li ser sifreya pergalê rûniştin, rûnenên. Ji ber ku li ser xwîn û canê me berjewendiyên xwe cî bi cî dikin. Xiyanetê li nirxên Kurdistanê dikin. Banga me ji bo rûspî, axa, rêber û karsazan e; li ser sifreya kesên dijminatiyê li gelê Kurd dikin rûnenên, li dora nirxên gelê me bibin yek û ji xeletiyên xwe vegerin. Heke hûn tu tiştekî nekin jî li mala xwe rûnin û têkoşîna xwişk û birayên xwe asteng nekin.”

Eşîrên ku îmzeya wan di daxuyaniyê de hene ev in: “Gewdan, Mamxuran, Alan, Şîdan, Şerefan, Jîrkî, Êzdînan, Xelîlan, Xaviştan, Mahmedpîran, Zêwkî, Hacan, Giravî, Birûkî, Pinyanişî, Celalî, Hesenan, Heyderan, Mîllî, Evdoyî, Şemsikî, Hemoyî, Bekirî, Marunisî, Goyî, Tayî, Spêrtî, Kiroyi, Sohran û Xanî.”