Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bang li PDK’ê kir

Înîsîyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê ji ber aloziya li Başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê kir û ji bo aştiyê melesên xwe yên spî avêtin erdê.

Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, bi armanca şermezarkirina êriş û kiryarên PDK’ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê, daxuyanî dan.

Endamên Meclîsê li ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) daxuyanî dan. Dayikên Aşitiyê yên ku ji hemû navçeyan hatin, parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Helîme Kaya daxuyanî da. Helîme Kaya, destpêkê bal kişand ser kiryarên PDK’ê û wiha got: “PDK’e bi lîstika ku dijmin dike re êrîşî yên ku ji xwîna wan in dike. Dijminê PKK’ê nabin dostê PDK’ê. Em endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê vî şerî naxwazin. Em hêvîdar in ku PDK şiyar bibe û şerê navxweyî rawestîne. Ji bo başiya herdu aliyan, ji bo başiya me hemû Kurdan yekitî pêwîstiyek e.”

 

Dayikên Aşitiyê piştî daxuyaniyê laçikên xwe yên spî avêtin erdê û dirûşmeyên “Dayik Şer Naxwazin” berz kirin.