ÎHD'ê serdana Leyla Guven kir

Heyetek ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çû serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a dîlgirtî.

Alîkara Hevserokên ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman, Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Abdullah Zeytûn û Rêveberê Şaxê Amedê Yûsûf Erdogan li girtîgehê serdana Leyla Guven kir.

ÎHD'ê têkildarî serdanê daxuyanî da û diyar kir ku serdan di 5'ê Adarê de hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, tenduristî û moralê Guven di cih de bû û di hevdîtinê de şert û mercên dîlgirtinê, pêvajoya hiqûqî û rewşa dawî ya siyasî hatiye nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê ÎHD'ê em her tim dixwazin ku siyaseta demokratîk bê xurtkirin û teqez piştgiriyê didin polîtîkayên aştiyane yên ku ji bo pêvajoyeke bi vî rengî pêwîstî pê heye."

Di vê çarçoveyê de hate ragihandin ku sûcdarkirina karên siyasî binpêkirina qanûnan û hiqûqa navneteweyî ye.

ÎHD'ê xwest, kesên ku bi binpêkirina mafê darizandina wekhev hatine girtin û yên ji ber karên xwe yên siyasî hatine girtin, tavilê bên berdan.