ÎHD'ê ji bo girtiyê nexweş Ozdal daxwaza 'mafê jiyanê' kir

Şaxê ÎHD'ê yê Amedê bal kişand ser rewşa giran a girtiyê nexweş Koçer Ozdal û xwest, hurmet ji mafê jiyanê yê girtiyên nexweş re bê nîşandan.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ser rewşa girtiyên nexweş, bi taybetî Koçer Ozdal ku bi nexweşiyeke giran e, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ÎHD ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û dengê wan bide bihîst, sala 2008'an dest bi kampanyayê kir û hate gotin, "Di nava 10 salan de me gelekî hewl dan. Lê mixabin rayedaran bersiv nedan hewldanên me. Bi sedn girtiyên bi nexweşiya giran jiyana xwe ji dest dan û nekarîn rojên dawî yên emrê xwe li gel malbata xwe bin."

ÎHD'ê ji bo careke din heman êş rû nede, bal kişand ser rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Koçer Ozdal.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Ozdal beriya bê girtin sax bû û ti pirsgirêkên wî yên tenduristiyê tine bûn. Di sala 4'an a girtîgeha KCÎK a Tîpa T a Bafrayê de, ji ber êşên giran rakirin nexweşxaneyê û teşxîsa kansera destavê lê hate danîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate xwestin ku Koçer Ozdal bê berdan û hate gotin, "Em dilrehmî, wijdan, însaf û xêrê naxwazin. Ji bo 401 girtiyên bi nexweşiya giran in, em dixwazin hurmet ji mafê wan ê jiyanê re bê nîşandan."

Koçer Ozdal ê 60 salî sala 2014an li Mûşê hate girtin. Cezayê muebetê yê li Ozdal hate birîn sala 2016'an hate erêkirin. Heman salê di hucreya yek kesî de hate hiştin. Ozdal ê ku dema hatî girtîn ti pirsgirêkên wî yên tendurisityê nebûn, li girtîgehê bi nexwşiya giran ket.