Êzîdiyan bang li PDK'ê kirin: Bes xayintiyê bikin

Êzîdiyan li dijî PDK'ê ku ji bo Şengalê bêstatû bihêle bi Bexdayê re peyman îmze kirin helwest nîşan dan û gotin, "PDK tim îxanetê li Êzîdiyan dike." Êzidiyan bang kirin ku dev ji îxanetê biqere.

Li dijî peymana di navbeyna PDK'ê û Bexdayê de ya li ser nenaskirina vîn û statûya Şengalê Pîr Xwedê Necîde diyar kir bi destê PDK'ê Şengalê didin Tirkan û ji vê kirina PDK'ê re got, ''îxanet''.

Necîde got 2014'an dema ku DAÎŞ'ê êrîş bi ser Şengalê de anî dîsa rûdanên wiha çêbûne û domand, ''Hevalên PKK'yî hatim em û jin xilas kirin. Mesûd Barzanî dibêje ew ê Êzîdiyan ji fermanê xilas bike lê li aliyê dî bi Erdogan re rûdine. Niha gelê Şengalê pir xemgîn e. Tiştên ku li Dihok, Silêmanî û Hewlêrê dibin dikin sukra Şengalê. Şengal welatê me ye. Li ser Şengalê tim bazaran dikin. Siyaseteke gemarî tê kirin.''

'MALBATA BARZANÎ GELEK CARAN NÎXANET KIR'

Necîde got îxaneta 2014'an dîsa li Êzîdiyan tê kirin û got, ''Mesûd Barzanî em firotinBexdayê. Ên ku dibêjin Êzîdî wê venegerin Şengalê divê xweş zanibin ku li bara îxanê em ê bêdeng nemînin. Kî nehêle ku em vengerin ser xaka xwe jî em ê dîsa vegerin ser xaka xwe. Hêvî dikim Barzanî yê xayin ti caran nebe xwedî dewlet. Xayin tim tenê dimînin û tine dibin.''

Necîde got Barzanî îxanetê li gelê Kurd dike û got, ''Mesûd Barzanî xayin e. Tim lîstikan tîne ser Êzîdiyan. Kemîna ku duh li Şengalê danîn dîsa Barzanî bûye sebep. Barzanî em firotin û PKK'ê jî em rizgar kirin. Ji ber dostê me jî bellî ye, dijmin jî.''

'EM NE MALÊ TI KESÎ NE'

Ji Kurdên Şengalê Necîd Dexîl jî got tam dema ku Şengal di wê pozîsyonê de bû xwe rê ve bibe dîsa ew kirine hedef. Dexîl li dijî peymana gemarî ya di navbeyna PDK'ê û Bexdayê de got, ''Em vê qebûl nakin. Em ne malê ti kesî ne. Bila bes me bifiroşin. Balafiran li ser serê me difirînin û bi vê dixwazin ku em serê xwe li ber wan bitewînin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe jî em ê Şengalê biparêzin. Hê jî qêrînên jin û zarokan ên dema DAÎŞ'ê di guhê min de olan dide.''

'EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN'

Dexîl got piştî meşa ku kirin êrîş anîne ser Şengalê û got, ''Ji ber ku me rejîm nexwest duh me meşeke bi çirayan kir. Îro li ser Şengalê balafir difirini. Çi jî bikin em vê qebûl nakin. Te dive bila bi şev û roja balafiran li ser serê me bifirînin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin.''

'ÇEND CARAN QIRA ME ANÎN LÊ EM TINE NEBÛN'

Pîr Şemo yê Êzîdî jî li ber PDK'ê rabû û got,''Em Êzîdî ne. Em naxwazin bi hine din re an jî bi gelê xwe re şer bikin. Em naxwazin xwîna birayan birije. Me xwe neavêtiye ber piyê kesî û negotiye parastina me bikin. Gotin, ''Em ê we ji DAÎŞ'ê biparêzin'', piştre bi fermana Mesûd Barzanî em hiştin û reviyan. Ji bo ku em xwe biparêzin jî çek nedan me. Piştî salan Êzîdî hinekî bi ser xwe ve hatin, niha jî me difiroşin Tirkan. Çend caran qira me anîn lê em tine nebûn. Niha bi vê îxanetê jî em ê tine nebin.''

'BI SEDA ZERDETŞ Û EGÎDÊN ME HENE'

Şemo got di nav êrîşan de PDK, hikûmeta Iraqê û Tirkiye hene û got, ''Bi sedan Zereşt û Egîdên me hene. Em tenê ji wan bawre dikin .Ez bang li gelê Êzîdî dikim. Bila neyên lîstikên ku li ser serê me dilîzin. Bilah nehêlin ku xwîna birayan birije. Divê em Kurd bibin yek û li dijî firoşkaran têbikoşin û xaka xwe biparêzin.''

'PDK TEMSÎLA ME NAKE'

Xelef Qasim jî got PDK li ser navê Êzîdiyan bi hikûmeta Iraqê re rûniştiye lê Êzîdî PDK'ê weke nûnerên xwe nabînin û domand, ''Êzîdî ne li aliyê wan in. Em li aliyê gel in. Êdî em ne hewceyî kesî ne. Em naxwazin PDK û hikûmeta Iraqê me biparêzin. Çi êrîşek were ser me em ê berevaniyê li xwe û xaka xwe bikin.''