BI DÎMEN

'Êrişên li ser Dêrazorê êrişên li ser tevahiya herêmê ne'

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî got, "Di heman dema êrişa li ser Dêrazorê de êriş li xeta Minbic û Til Temirê jî hatin kirin. Her rê û rêbazê bi kar tînin. Lê belê bersiveke tund wergirtin û wê werbigirin."

ÊRIŞÊN LI SER DÊRAZORÊ

Hêzên hikumeta Şamê û koma çekdar a bi navê Dîfa El Wetenî di 7'ê Tebaxê de li ser Kantona Dêrazorê dest bi êrişeke berfireh kirin. Bi taybetî êriş birin ser cih û warê sivîlan û di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bersiveke tund dan êrişan û êriş têk birin.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Hogir Cizîrî li ser êrişan ji ANF'ê re axivî.

Cizîrî anî ziman, ku demek beriya êrişan agahî gihîşt wan ku koma çekdar Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê amadekariya êrişeke bi vî rengî dikin û got, "Agahî hatin ku ev komên ji bo pereyan hatine birêxistinkirin li dora Ebû Hemam û Çemê Firatê hewl didin xwe bi rêxistin bikin. Van koman 7'ê Tebaxê bi hucreyên razayî û piştgiriya hêzên ser bi hikumeta Şamê li Dêrazorê êrişeke berfireh birin ser rojhilatê Firatê. Bêguman bersiveke tund ji van êrişan re hate dayin. Hêzên QSD'ê derbên giran li êrişkaran xistin. Di encama van êrişan de 2 hevalên me şehîd bûn. Lê belê êrişên hikumeta Şamê yên bi çekên giran ên li ser herêmên sivîl dewam dikin. Di van êrişan de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Weke bersiva li êrişan û hilanîna tola xelkê me yê sivîl hevalên me li hemberî Dîfa El Wetenî sê çalakî lidar xistin. Di van çalakiyan de jî derbên giran li wan hate xistin. Ji xwe piştre şikestin.

Lê belê ev êriş tenê ji aliyê van çeteyan ve nehatine kirin. Li pişt êrişan hin hêzên herêmî jî hene. Di van êrişan de hin dewletên mîna dewleta Tirk jî hene. Armanca wan tevlîhevkirina herêmê û xerakirina aramiyê ye. Lê belê em li vê derê li dijî her cûre êrişên li ser gelê me em ê her tim bibin mertal û derbên giran li dijmin bixin ku ewlehî û aramiya herêmê têk dibe. Di van êrişan de peyama me ya ji bo komên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî zelal bû. Divê gelê me jî li hemberî lîstikên bi vî rengî hişyar be. Divê destûr neyê dayin ku ev komên bi pereyan hatine kirîn negihêjin armanca xwe. 12 sal in komkujî li gelê Sûriyeyê tê kirin. Êrişên gelekî giran hatin kirin. Hêz û komên çete ji van hemûyan de berjewendiyên xwe hene. Ji ber vê jî divê gelê Sûriyeyê bigihêje çareseriyeke siyasî."

'HESABÊ GELEK HÊZ Û DEWLETAN LI SER VÊ DERÊ HENE'

Cizîrî anî ziman ku herêma Dêrazorê stratejîk û dewlemend e, gelek hêz û dewlet li ser vê derê xwedî hesaban e û got, "Herêma Dêrazorê dewlemend e. Hem ji aliyê civakî û eşîrî ve hem jî ji aliyê dewlemendiyên ser û binê erdê ve herêmeke gelekî dewlemend e. Her kes dixwaze sûdê ji vê taybetmendiya Dêrazorê werbigire. Mînak, van hêzan bi navê 'eşîran' komek ava kirin û bi rêya vê yekê hewl dan nîşan bidin ku QSD dixwaze eşîran belav bike û rewşa herêmê têk bibe. Bi vî rengî hewl dan pêkhateya herêmê li dijî QSD'ê sor bikin.

Dêrazor her wiha li sêgoşeyeke stratejîk e. Li ser sînorê Iraqê ye, nêzî Urdunê ye. Her wiha rêyeke stratejîk a ber bi Lubnan û Îsraîlê lê ye. Ev yek jî dibe sedem ku gelek hêz hewl didin sûdê ji vê rewşê werbigirin. Di heman demê de bi rêya van êrişan dixwazin QSD'ê lawaz bikin û nîşan bidin ku hêzeke nikare gelê xwe biparêze. Lê belê bi bersiva ji wan re hate dayin re careke din hate dîtin ku QSD hêzeke bi tecrûbe û profesyonel e. Hêzeke dikare gelê xwe biparêze û li dijî dijmin pêngavên mezin bike.

'BERSIVA TUND WERGIRTIN Û WÊ WERBIGIRIN'

Ev êrişên li ser Dêrazorê ne cara yekê ye. Berê jî êrişeke bi heman rengî hatibû kirin. Di êrişa destpêkê de helwesta eşîrên li Dêrazorê zelal bû, di vê êrişê de jî eşîran û gel li hemberî van koman helwesteke şênber nîşan dan. Di êişa destpêkê de eşîran ji wan re gotin, 'Em weke eşîr li vê derê ne û ti eleqeya me bi van koman re nîne'. Ev kom di nava lîstika dewleta Tirk û hikumeta Şamê de ne û bi vî rengî xwestin li herêmê tevlîheviyeke mezin bikin. Ev plan ne tenê li ser Dêrazorê ye. Planek li ser tevahiya herêmê ye. Ji xwe ew jî di daxuyaniyên xwe de dibêjin. Dibêjin wê ji Dêrazorê biçin heta Qamişloyê. Bala xwe bidinê, dema ku êriş li ser Dêrazor hate kirin di heman demê de êrişên li ser Minbic û Til Temirê jî destpê kirin. Lewma ev êriş berfireh e. Ji bo karibin bigihêjin armanca xwe her cûre rêbazê bi kar tînin. Eger ev êrişên wan bi ser ketibûna wê dewam bikira. Lê belê ji ber ku bersiveke tund wergirtin neçar man xwe vekişînin. Ji xwe eşîran, rûspiyên eşîran bi daxuyaniyên xwe helwestek li hemberî wan nîşan dan. Vê helwesta zelal kir ku ev hêz têk biçin.

Ji xwe weke ku me got, ew bi pereyan hatine kirîn û li dijî gel têne bikaranîn. Îbrahîm Nafîl yek ji van mînakan e. Di şexsê Îbrahîm Nafîl de xwestin li ser eşîran vê planê bikin lê belê ne xelkê Dêrazorê ne jî rûspiyên eşîrên Dêrazorê ketin vê xefikê. Qebûl nekirin. Jİ ber vê jî plana wan têk çû. Her wiha li Reqa, Dêrazor û herêmên din helwesta ku eşîran nîşan dan, raxist pêş çavan bê li aliyê kê ne. di êrişa beriya salekê de, beriya êrişê bi taybetî li saziyên çapemeniyê yên nêzî hikumeta Şamê û dewleta Tirk dest bi propagandayê kirin. Balkêş e ev hêzên ku 12 sal in bi zimanekî êrişkar êrişî hev dikin di mijara Dêrazorê de heman ziman bi kar anîn. Ev yek jî planên wan nîşan dide.

'EV KOM HEMÛ BI PEREYAN HATIN KIRÎN'

Êrişa destpêkê, piştî ku ji aliyê din ê avê derbas bûn û ketin herêma me, hate kirin. Lê belê di vê êrişa dawî de kes nekarî ji aliyê din ê avê derbasî aliyê me bibe. Ji ber ku hêza me amade bû, bersiveke tund ji hemû hewldanên wan re hate dayin. Bêguman ji ber daran li hin deveran ji nêz ve şer qewimî. Her wiha 2 hevalên me şehîd bûn. Ev ne ji ber yên ji aliyê din ê avê hatibûn qewimî. Ji ber ku hucreyên razayî yên wan li aliyê me hene. Ji ber ku beşek ji wan xizmên hev in. Ji heman eşîrê li vî alilyê avê hene, li wî aliyê avê hene. Eşîra Şîhadatê li vî alî jî gundên xwe hene, li aliyê din jî gundên xwe hene. Van kesan di bin navê xizmbûyînê de hewl dan hin tiştan bikin. Hin ji wan bi pereyan hatin kirîn. Ji xwe yên ku bi pereyan hatin kirîn piştî ku pereyê xwe wergirtin, dema ku dîtin nikarin bi ser bikevin reviyan. Ji xwe gel jî ew qebûl nekir û destûr neda wan. Gel bi xwe dibêje ew van mirovan li vê herêmê naxwaze, xwe bi pereyan firotine, hewl didin li herêmê tevlîheviyê bikin, ji ber vê jî xwestine ev mirov ji herêmê biçin. Gelê me li vê derê heta dawiyê li pişt hêza xwe ye, dema ku em alîkariyê dixwazin yekser dibe alîkar. Xelkê li vir bi hêza xwe heta dawiyê piştrast e. Ji ber ku zane, hêza ew ji DAÎŞ'ê rizgar kir QSD ye. Di sala 2014'an de DAÎŞ'ê li gundê Şahîdatê komkujiyeke mezin kir. Hêzên QSD'ê ew ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Xelkê Şahîdatê ji wê demê ve dibe alîkar. Ji ber ku heta dawiyê bi hêza QSD'ê bi bawer e. Zane ku çawa wê demê ew ji tarîtiya DAÎŞ'ê rizgar kirin, wê îro jî bi heman rengî wan li hemberî her cûre êrişan biparêzin."