Li Şehbayê cenazeyê şehîd Kemal Pîr û Xalid Mihemed hat veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Kemal Pîr û welatiyê bi navê Xalid Mihemed li Goristana Şehîd Zozan Amanos hatin veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Kemal Pîr (Loqman Henan) yê 7’ê Îlona 2024’an di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de û cenazeya şehîdê kedê Xalid Mihemed yê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Şera şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Zozan Amanos hatin veşartin.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Amed Efrîn (Zekî Hasan) yê di 20'ê Tîrmehê de li Xakurkê şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî hat lidarxistin.

Koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê cenazeya şehîd Kemal Pîr û şehîd Xalid Mihemed ji Nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Zozan Amanos ve bi rê ketin.

Li wir endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Hacer Hisên sersaxî da malbatên şehîd û tevahî gelê Kurdistanê û got: "Eger gerîlayek me şehîd bikeve bi sedan keç û xortên me tevlî nava refên azadiyê dibin. Em ê xeta şehîdên xwe bişopînin. Em di xeta berxwedanê de bi israr bin."

Endama Komîteya Oldaran a Kantona Efrîn û Şehba Mîad Reslan axivî û wiha got: "Dayê negirî, kurê te şehîd e. Kurê te şehîdê welatê xwe ye. Zarokên me ji bo parastina gel, ax û zarokên xwe giyanê xwe feda kirin.  Sînorê welatên me bi têlan nayê parastin bi xwîna şehîdên me tê parastin. Em ê jî li vir soza xwe nû bikin û em soza şopandina rêya şehîdan didin."

Piştre wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin. Cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan hatin veşartin.