Gundiyê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bû şehîd bû
Welatiyê bi navê Mihemed Sadiq Omer ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Dêr Cemalê de birîndar bûbû, şehîd bû.
Welatiyê bi navê Mihemed Sadiq Omer ê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Dêr Cemalê de birîndar bûbû, şehîd bû.
Dewleta Tirk a dagirker danê nîvro gundê Dêr Cemal ê bajarokê Şêrawayê yê Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di encamê topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Sadiq Omer (30) birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Hate zanîn ku di encama birîna giran a Mihemed Saqid de ku ji gundê Kefer Nasih ê Kantona Efrîn û Şehbayê ye, şehîd bû.