Êrîşên bi balafirên şer ên li Qendîlê -NÛ BÛ

Balafirên şer ên Tirk, danê vê sibehê herêma Qendîê bombe kirin

Balafirên şer ên Tirk, ku di rojên dawî gelek caran êrîşî Herêmen Parastinê yen Medyayê kirin, îro jî bombe li qada Berdeqaşê û derdora gundê Bêwanê barandin.

Balafirên şer ên Tirk, ku duh êrîşî Qendîlê kirin, îro jî piştî keşfa saet di 10:15'an a li Qendîlê, bombe li herêma Berdeqaşê û Bêwanê barandin.

Balafirên şer ên Tirk di dema dawî de timî bombeyan li Qendîê dibarînin. Balafirên keşfê yên bê mirov jî ev 5 roj in li ser herêmê digerin.