Ên ku di êrîşa Heronê de birîndar bûn kelepçekirî ne

Birayê Mehmet Temel ê ku di êrîşa Heronan de hat qetilkirin Tahîr Temel, aşkera kir ku Îsmaîl Aydin ê bi birayê wî re birîndar bûye, 4 caran hatiye emelyatkirin, perçekî kezeba wî û gurçika wî hatiye jêkirin, di beşa lezgîn de tê rawestandin.

Birayê Mehmet Temel ê ku di êrîşa Heronan de hat qetilkirin Tahîr Temel, aşkera kir ku Îsmaîl Aydin ê bi birayê wî re birîndar bûye, 4 caran hatiye emelyatkirin, perçekî kezeba wî û gurçika wî hatiye jêkirin, di beşa lezgîn de tê rawestandin. Temel da zanîn ku her du birîndarên din jî li nexweşxaneyê bi kelepçekirî tên dermankirin. Mustafa Oztunç ê birîndar rakirin nexweşxaneyê jî piştî rojekê di bin çavan de ma, serbest hat berdan.

Li herêma Ezîzanê ya gundê Talê ya Colemêrgê di êrîşa Heronan de Mehmet Temel jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kekê Temel Tahîr Temel bertek nîşanî bêhiqûqiyê da. Ajovanê birîndar anîn nexweşxaneyê Mustafa Oztunç jî da zanîn ji ber ku wî birîndar anîne nexweşxaneyê, hatiye binçavkirin û piştre serbest hat berdan.

‘CENAZEYÊ BIRAYÊ MIN REVANDIN’

Temel destnîşan kir ku wan bi derfetên xwe cenazeyê birayê xwe birine Wanê û anîne Colemêrgê, bûyerên di dema veşartinê de hat serê wan jî wiha got: "Cenazeyê birayê min ji me revandin û birin Wanê. Li wir nehiştin kes nêzî morgê bibe. Piştî kar û barên otopsiyê tenê destûr dan ez biçim ser cenaze. Kesên ji bo alîkariyê bidin min û ez cenazeyê birayê xwe bibin hatin jî, ji wan re astengî derxistin û nehiştin. Dîsa nexweşxaneyê ambulans neda me. Me ji Şaredariya Wanê ambulans xwest, destpêkê gotin 'erê'. Piştre polîs ketin dewrê û ambulans nedan. Digotin 'PKK'î ye û birayên min didan nîşan. Ev mirov ne PKK'î ye, welatiyekî sivîl e. Lê kesî guhdar nekir."

‘MIZGEFT JÎ VENEKIRIN’

Temel piştrast kir ku wan bi zehmetiyên mezin kamyonetek kirê kiriye û cenazeyê birayê xwe pê anîne û wiha pê de çû: "Me bi şev xwe gihand Colemêrgê. Li Kontrola Depînê polîsan got 'Tuyê raste rast cenaze bibîn goristanê.' Min jî got ku heta ez wecîbeyên olî neynim cih, ez defin nakim û em çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Me bi du meleyan re cenaze şûşt û li Goristana Kiranê defin kir. Yekî xizmê me nimêja cenaze kir û me piştre definkir." Temel anî ziman ku wekîlên HDP'ê serî li Muftî û Miduryeta Polîsan daye ku mizgeftê vekin, lê bi gotina "Ev PKK'î ye" daxwaza wan hatiye redkirin.

Temel da zanîn ku piştî mirina birayê wî polîsan li ber nexweşxaneyê êrîşî wan kirin û wiha got: “Birayê min ji bo dayika min bigire çû gund. Birayê min ne PKK’yî bû. Li Colemêrgê karê tesîsatê dikir. Heya niha li gelek bajaran tesîsatên saziyên fermî çêkiribûn. Lê niha dibêjin ew endamê PKK’ê bû. Çawan ku birîndar hatin em çûn ber deriyê nexwexanê. Polîsan destûr nedan, em birîndarên xwe rakin.  Bi ava şîd a TOMA’yê û goleyên plastîk êrîşî me kirin. Polîsan destpêkê Mustafa yê ku birîndar anîn kirin binçavan û wesayîta birayê min Mehmet ji wî girtin. Piştre ji bo teşhîs kirinê, banî min kirin. Dema min got ev birayê mine, ji min re gotin “lê ev PKK’iye.” Min ev yek qebûl nekir û min got birayê min sivîl  bû.”

BIRÎNDAR KEÇELEPÇEKIRIN

Temel têkildarî birîndarên li nexweşxaneyê tên dermankirin jî ev agahî dan û wiha bilêv kir: “Îsmaîl Aydin hîna jî di unîteya komayê de ye. Musa Tarhan û Îbrahîm Sak xizmên me ne. Îsmaîl Aydin lawê xalê mine. 4 care Îsmaîl tê emeliyat kirin. Parçeyekê cigera wî û gurçikekê wî hat jêkirin. Di pişta Musa Tarhan de jî hîna parçeyekê şerepnalê heye û ji cihên cuda yên canê xwe birîndar bûye.  Îbrahîm Sak destê wî şikiyaye û ji cihên cûda yên canê xwe birîndare. Tarhan û Sak li nexweşxaneyê bi renzayan ve kelepçekirî ne û kesekê nagirin gel wan.”

AJOKARÊ BIRÎNDAR RAKIRIN, KIRIN BINÇAVAN

Mustafa Oztunç ku roja bûyerê, destpêkê giha cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê polîsan binçav kir. Oztunç diyar kir ku wê şevê dibin çavan de tê girtin û wiha axivî: “Ji bo qurban bikirin çûm gund. Saet 14.00 de denge teqînekê hat. Dema dengên wisan tên, em fam dikin ku tiştek bûye. Ez û hevalê xwe hatin herêma Kahniyareşê ku bi salane mîna cihê seyranê tê bikaranîn û me dît Mehmet Temel û Îsmail Aydin birîndar bûne. Mehmet li wir jiyana xwe ji dest dabû. Bi hevalê xwe re me her du birîndar xistin wesayîta Mehmet û birin nexweşxanê.

Oztunç dest nîşan kir ku dema wan birîndar gihandin nexweşxaneyê, polîsan ew binçav kirin û wiha bi dawî kir: “Ez birin Midûryeta Polîsan. Ez şevekê di nezaretxanê mam. Ji min re gotin ‘te li wê derê çidikir, ev birîndar kîne.’ Min jî bûyer vegot. Min li cihê bûyerê çi teqî û kurtik nedîtin. Ji xwe di nava raberiyê debûm û ji bo birîndaran rabikim di nava hewldanê debûm. Bûyer çawan çêbû û kê kir ez nizamin. Lê berê jî dengê teqînan ji herêmê dihat.”