'Ê ku dîroka xwe hîs neke nikare dengbêjiyê bike'

Gerîla Morderm Maku ku çanda dengbêjiyê li çiyayan dide jiyîn, got ê ku dîroka xwe hîs neke nikare dengbêjiyê bike.

Çanda dengbêjiyê ji herêmên cuda ji rabirduyê heta roja me ya niha hatiye. Dengbêj çandên li Kurdistanê domdar kirine, tiştên ku hatine jiyîn, bi deng û gotinê re kirine yek, zimanê xwe parastine.  Bi dengbêjiyê re êş, kêfxweşî, evîn bi rengekî  hunerî tê geşkirin. Yek ji gerîlayê ku çanda dengbêjiyê li çiyan dide jiyîn Mordem Maku ye. Gerîla Mordem Maku ku ji herêma Dambatê ya Makuyê ye, got ew ketiyê çanda herêma xwe ye.

Maku dibêje di nav malbata wan de dengbêj nîn in lê ji hela çandî ve pir li dengbêjan guhdar kiriye û didome: ''Herêma me çiyayî û çandî ye. Ji ber ku nêzî sînor e ji bakur veqetiyaye. Beriya ku sînor werin danîn em bi ser eyaleta Serhedê ve bûm. Bi taybetî jî me li Şakiro guhdarî dikir. Yixtiyaran bi giştî bi radyoyê li dengbêjan guhdarî dikr, ciwanan guhdarî nedikir. Lê divê mirov li dengbêjan gudar bike, divê mirov bi çanda xwe ve be.''

'LI DIJÎ HER CURE ÊRÎŞÊ DIVÊ EM ÇANDA DENGBÊJIYÊ BIPARÊZIN'

Maku go li nav Kurdan dengbêjî geş û domand: ''Herêma Serhed û Botanê tim bi çanda xwe tê zanîn. Her herêmek dengê wan ê qirikê cuda ye. A rast êşa ku jiyane bi hunera deng der kirine. Xwestin ku çanda dengbêjiyê ya Kurdan tine biki. Lêgerên azadiyê, yên ku berevaniyê li Kurdan dikin bi PKK'ê çanda xwe parastine. Gelek heval hene ku dixwazin vê çandê biparêzin. Em şehîd heval Hogir, Viyan Peyman, Delîl bi hurmet bi bîr tînin. Ev çand divê tim bidome.''

Maku dibêje dema ku dengbêjiyê dike tiştên ku berê hatine jiyîn hîs dike, dengbêjî û guhdariya li dengbêjan ji hev cuda ye û domand: ''Ji bo ku mirov bikaribe dengbêjiyê bike divê mirov hîs bike. Hin bûyer hene têne gotin hin jê têne jiyîn. Gelek dengbêj ne di nav wan bûyeran de ne ku wê dibêjin. Dema ku ew bûyer bûne hê jidayik jî nebûne. Gelek dengbêj hene dema ku dengbêjiyê dikin êşên ku jiyane, bûyerên ku dîtine bi wan cuda tên. Dema ku ez dibêjim pir dilzîz dibim. Ez pê derdixim, êşên bûyerê hîs dikin, wan bûyeran dijîm.''