Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Xurmatû kirin
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî Xurmatûyê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî Xurmatûyê kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 23:30 de êrîşî gundên li rojavayê navçeya Xurmatû ya ser bi eyaleta Selahaddînê kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li gundê Biçûkê di navbera DAIŞ'ê û pêşmergeyan de şer derket û vî şerî 2 saetan dewam kir.
Di şer de 8 pêşmerge birîndar bûn, ku rewşa tenduristiyê ya yekî ji wan giran e. Li ser hejmara kuştî û birîndarên çeteyan agahiyeke zelal bi dest neket.
Bi nêzîkbûna temambûna operasyona Mûsilê re tê gotin, ku çeteyên li vî bajarî xwe vedikişînin navçeya Hewîce ya Kerkûkê û navçeya Xurmatûyê.