Çeteyên çekdar serdana Eniya Tirkmen a Iraqê kirin

Nûnerên komeke çete ya li Sûriyeyê, ku ser bi Tirkiyeyê ve ye, hatin Kerkûkê û bi Eniya Tirkmen a Iraqê, ku rêxistineke MÎT'ê ye hevdîtin kirin.

Rojnameya Hewal, ku giraniyê dide ser rewşa Kerkûkê ragihand, nûnerên komeke çete ya Sûriyeyê, ku bi Tirkiyeyê ve girêdayî ye, çend roj berê li Kerkûkê serdana Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) kirin.

Hat gotin, çeteyên di ser Tirkiyeyê re hatin Kerkûkê, bi nûnerên Tevgera Neteweyî ya Tirkmen û Komîteya Şehîdan a Tirkmen re rûniştin. Li gorî agahiyan, ev çeteyên çekdar, li mêvanxaneya Serokê ITC a ser bi MÎT'ê Erşad Salihî mane.

Rojnameyê diyar kir, birayê Erşad Salihî hatiye vxwendin ku tevlî rêxistinbûnek ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye organîzekirin bibe û wiha dewam kir: "Di hevdîtinê de li ser rewşa Tirkmenên li Başûrê Kurdistanê, Iraq, Rojava û Sûriyeyê nîqaş hatiye kirin."

Di dewama nûçeyê de hat ragihandin, çeteyên navborî bi Tirkiyeyê ve girêdayî tevdigerin û hat gotin, "Di rojên dawî de li qadên siyasî, leşkerî, îstîxbaratî û çapemeniyê de gelek kes serdana ITC dikin. Ev kesên ji Tirkiyeyê hatine, bi lîderên Tirkmen re dicivin."

Hêjayî gotinê ye, dewleta Tirk bi van çeteyan li Rojavayê Kurdistanê herêma heta Babê dagir kiriye. Agahî nehat dayin bê çawa destûr hatiye dayin ku ev çete derbasî Kerkûkê bibin.