Çepnî: Yên tecrîdkirî ne tenê Kurd in

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî bal kişand ser karakterê desthilatdariyê û diyar kir, ên tecrîdkirî ne tenê Kurd in û got, tecrîd zext û zordariyek e li ser gelan hemûyan.

Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî anî ziman ku grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştine asteke cidî. Çepnî kesên ji bo tecrîdê protesto bikin canê xwe bexşandine bibîr anî û bang li hikumetê kir ku bi tavilê  hiqûqê bi cih bîne. 

'TECRÎD LI HER QADA JIYANÊ YE'

Çepnî bibîr xist ku tecrîdkirina Ocalan gihiştiye astekî gerdûnî û got: "Polîtîkaya tecrîdê bi Girava Îmraliyê re tenê sînordar nemaye, hemû beşên civakê jî li xwe girtiye. Bi hatina desthilata AKP'ê û vir ve polîtîkayên bi tecrîdê ve girêdayî ku didomîne, hemû gel hejar kiriye, mehkûmî birsîbûnê kiriye û vê polîtîkayê bi hinceta mijara 'Man-neman'ê dixwaze veşêre.Dema ku em tecrîdê digirin dest, li aliyê din polîtîkayên bêhiqûqî û aboriyê ya dewletê bi xwe jî digirin dest û tînin ziman. Ji bo vê ye tecrîd li ser her beşê jiyanê ye."

'GEL TECRÎDÊ BI VEKIRÎ DIBÎNE'

Çepnî da xuyakirin ku bi rabûna tecrîdê re pêşketinên ku azadî bi xwe re bîne wê hê zêdetir ber bi çav bibin û ji bo ev pêşketin zû pêk jî bên û ji bo bi lezgîn tecrîd bi dawî bibin jî divê bi qasî hêza xwe em kar bikin. Çepnî destnîşan kir ku tecrîd tê wateya di şer de israrkirinê û bilêv kir ku polîtîkayên tecrîdê di rastiyê de tarîkirina siberoja gelan e. Çepnî bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê ya gule-fêkiyan , ev weke polîtîkaya şer a AKP'ê pênase kir. Çepnî diyar kir ku wek HDP'ê diyar dikin ku ev gotin şer ên Tayyîp Erdogan ên ji salên dirêj ve yên xwe li ser lingan digirine, gel êdî vê bi awayekî vekirî dibîne.

'KEDKARAN LI DIJÎ TECRÎDÊ DAKETIN KOLANA'

Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan û wiha pêde çû: "Ji ber ku ev tecrîd û dorpêça faşîst xwe li karkerên balafirgeha 3'an de jî da der. Karkerên li balafirgehê di mercên koleyan de kar dikin bi sirûda 'weke mirovan dixwazin kar bikin' daketin qadan. Dîsa li bajaran grevên karkeran ên mezin û biçûk pêk hatin. Ji ber ku şer û polîtîkayên AKP'ê keda refên karker tê mêtingerkirin û li qada ekolojîk jî dijminahiya jinê ferz dike. Ji ber vê sedemê çi refên karker û çi jî rêxistinên ekolojî, dîsa rêxistinên jinan nerazîbûn raber kirin.Di encamê de ji aliyekê ve koalîsyona AKP-MHP'ê ya faşîst û ji aliyê din ve jî li dijî vê faşîzmê berxwedan heye. Di vê wateyê de tecrîd van hemûyan li xwe digire. Ji ber vê ye ku em HDP a partiya gelan tecrîd ne tenê gelê Kurd têkildar dike, ji bo hemû gelan bûye zordestî."

'DIVÊ HÊ BIHÊZTIR XWEDÎ LI DAXWAZAN BÊN DERKETIN'

Çepnî anî ziman ku rewşa berxwedêrên grevên birçîbûnê gihiştiye asta krîtîk û ji encamên çalakiyên derbikevin hikumet berpirsyar e. Çepnî got: "Ji bo vê yekê dibêjim divê daxwazên grevên birçîbûnê tavilê bi lezgîn ji aliyê hikûmetê ve bê guhdarkirin. Her ku diçe encam girantir dibin. Divê pêşiya mirinan bên girtin. Divê hemû derdorên demokrat û şoreşger li dorî van daxwazan hê xurtir bin yek."