Çend gotin li ser fermanên li Êzidiyan rabûn

Kuştina Êzidiyan heta vê serdemê jî dewam kir. Çeteyên DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an êrîş birin ser Şengalê û xwestin Fermana 74'an li civaka Êzidî rakin.

Dîroka Êzidiyan dîroka komkujî û sirgûnê ye. Yê ku Êzidiyatî weke olekê formule kir, reforme kir, Şêx Adî ye. Şêx Adî bîn Mûsafir sala 1075'an li gundê Betil Far ê Lubnanê (bi navê xwe yê niha Hirbet Kanafar) ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de ji Îmam Gazalî ders girt ku Gazalî kesayetekî girîng e di mîstîsîzma Sûfî de.

Abdulkadîr Geylanî yê Kurd ku damezrînerê terîqata Kadîrî ye, nas kir û piştre tevî biraziyê xwe Şêx Hesen li Deşta Laleşê bi cih bû. Wê wextê Deşta Laleşê ya li derdorê Mûsilê di kontrola hêzên Kurd ên Colemêrgî de bû. Li gorî hin çavkaniyan, pêşiyên Şêx Adî ji komkujiyên Îslamî yên li herêma Colemêrgê reviyan û xwe li Lubnanê girtin. Şêx Adî piştre li cih û warê pêşiyên xwe vegeriya, senteza Mîtraîzm û Zerdeştiyê afirand û Êzidî li dora xwe civand... (Zarokên Rojê; Êzidî. Mehmet Ozcan)

ŞÊX ADÎ KU HEWL DA ÊZÎDIYATIYÊ BELAV BIKE, BI BERXWEDÊRIYA XWE DENG VEDA

Şêx Hadî, hat herêma Laleşê, Zerdeştîtî di asteke girîng de bi awayê girêdayî cewhera wê, nû kir û bi navê Êzîdîtiyê bi şêwazê bîrdoziyeke berxwedanê ya nû bi pergal kir. Şêx Hadî û hevalên wî demeke dirêj li herêma çiyayî ya di navbera Colemêrg û Sincarê de man, hewl didan di nav civakên Kurd de Êzîdîtiyê belav bikin. Şêx Hadî bi têkoşîna xwe ya li hember dagirkeriyan, lehengtî û berxwedana xwe nav û deng veda.

Ev bû sedem ku ji herêmê gelek mirovên muxalif xwe bispêrinê û wî wek rizgarker bibînin. Ji ber ku bi xweşbînî nêzî mirovên xwe dispêrinê dibû, Şêx Hadî ji aliyê van mirovan ve bi sifetên wek "Mucahidê demê" hat binavkirin û sala 1162’yan li Laleşê wefat kir…” (Zarokên Rojê Ezîdî, Mehmet Ozcan)

OLA ÎSLAMÊ DI DESTÊ ABBASIYAN VE GAV BI GAV KEVNEPEREST BÛ

Her çend mirov Êzidiyatiyê di rastiya Şêx Adî de pênase bikin jî, eşkere ye ku Êzidiyatî çand û oleke hîn qedîm e. Bêguman piştî ku Îslam kete nava dewlet û desthilatdariyê, pêwendiya xwe bi çanda terîqat û mezhebên derketin holê re çêbû. Ola Îslamê di destê Abbasiyan de, di sedsalên 10. û 11. de gav bi gav kevneperest bû. Îslama ku bû desthilatdar, bû dewlet nekarî xwe nû bike, xwe li nîqaşê girt.

Abdullah Ocalan di karê xwe yê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de vê tespîtê dike: "Li nava Kurdên li deştê em terîqatên tesewûfî dibînin ku li dijî asîmîlasyonê li ber xwe didin. Tesewûf ji aliyê îslama li devreyî dewlet û desthilatdariyê, Îslama ku aliyên exlaqî û wijdanê civakî bi berfirehî fêhm kiriye, îfade dike. Îslama civakî temsîl dike ku xwe bi dewletê re nekiriye yek, ji desthilatdariyê nexweş e û dixwaze ol bi wijdan û têgihiştina şexsî bijîn.

Wê li rastiya civaka dîrokî bê ku mirov Îslamê bixin nava du kategoriyên; desthilatdarparêz-dewletparêz û civakî. Îslama civakî ancax bi tesewûfî bê jiyîn. Rêxistinbûna wê bi rengê terîqatên gelparêz jî vê rastiyê radixe pêş çavan. Îslama civakî bi demokrasiyê ve girêdayî ye. Li dijî Îslama ku bû desthilatdar, tesewûf rêxistinbûna Îslamî ya civakî ye, stargeh û şêweyekî piştevaniya gel e."

CIVAK LI DIJÎ ÎSLAMA DEWLETÊ HEWL DIDIN RÊYEKÊ BIBÎNIN Û BI VÎ RENBÎ BIJÎN

Dema ku mirov bala xwe didin ser, dibînin ku hem gel hem jî civakên cuda li dijî Îslama dewletê hewl didin rêyekê bibînin û bijîn.

Li gel vê yekê pêşketina terîqatan jî girîng e. Bi Erebî "Tarîk" tê wateya "Rê". Gotina "Tarîkat" jî pirrengiya vê gotinê ye û tê wateya "gelek rê". Gotina Mezheb jî ji "Çûyinê" tê. Ji aliyê wateyê ve dişibin hev. Tarîkat ji bo tesewûfê tê wateya rê, mezheb jî ji bo şerîatê tê wateya rê. Tarîkat xwe dispêre keşfê û îlhamê, mezheb jî xwe dispêr 'nakle' (Pirtûkên pîroz û pêxember)."

NÊZÎKATIYA DEWLETPARÊZÎ MEZHEB JI RASTIYA CIVAKÎ DÛR XIST

Abdullah Ocalan karê xwe yê bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" de wiha dibêje: "Ji ber ku navbera Kurdan û desthilatdariyê nebaş bû, di nava civaka Kurd de tevgerên tesewûfî gelekî kûr û zêde bûn. Damezrînerên gelek terîqatên tesewûfî bi eslê xwe Kurd in. Ev yek jî pêwendiya xwe bi rastiya civakî heye. Terîqat mirov dikare bêje ku rêxistinên xweparastinê yên gel e. Rola ku sendîkayên çîna karker li dijî desthilatdariya kapîtalîst dilîze, di nava civakên Rojhilata Navîn ên serdema navîn de jî terîqatên tesewûfî bi heman rolê rabûn. Hem ji aliyê bawerî û ramanê, hem jî weke rêxistinên aborî û parastinê bi vê rolê rabûn."

KÊM E KU MIROV ÊZIDIYATIYÊ TENÊ WEKE BAWERIYEKÊ BIBÎNIN

Li gorî vê rastiyê, mirov li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê dibînin ku gelek terîqat derketine holê. Tevî gelek terîqatên weke Kadîrîtî, Neqşîtî, Rûfahîtî, Nûhbaxşîtî di nava Kurdan de Êzidiyatî, yarsanî û Elewî jî bi pêş ketin. Civak ji bo li dijî zilm û zextan li ser piyan bimînin, yan wê eşkere li ber xwe bidin, – ev gelek caran hatiye maneya bi komî tinekirinê jî-, yan jî bi awayekî rêyekê peyde bikin hem xwe îfade bikin, hem jî bi pergala zorbekar a heyî re bi awayê ku ne bi temamî di nav nakokiyan de bin, rêyeke jiyanê bibînin.

Dema ku mirov Êzidiyatiyê li ser vê bingehê binirxîne, dikarin bêjin ku civakê xwe bi vî awayî li ser bingeha demokratîk îfade kiriye, parastiye, çand û aboriya xwe parastiye.

Heke em Êzîdîtiyê bi vî çavî binirxînin û li tiştên rû dane binihêrin, ev rêbaz dikare bike ku em destketiyan bînin. Helbet kokên Êzîdîtiyê heta bi kûrahiya dîrokê diçe û dibe ku bi qasî Kurdan kokên wê yên dîrokî yên kevin û kûr hene.

2 METNÊN PÎROZ ÊN JI ALIYÊ ŞÊX ADÎ VE HATIN NIVÎSANDIN

Du metnên pîroz ên Şêx Adî bi pêş xistî hene. Yek ji wan El Cilwe ye ku sala 1161’ê hatiye nivîsandin, pirtûka îzahatên xwedayî ye. Behsa “ol, terîqet, rê, rêbaz û toreyan dike”. Pirtûka din jî Mishefa Reş e ya sala 1342’yan hatiye nivîsandin. Di vê pirtûkê de behsa “çêbûna Cîhanê û Êzîdiyan” dike. Her du pirtûk jî bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî hatine nivîsandin.

“Wek kok Êzîd; di pirtûka pîroz a Zerdeştiyê de bi heman maneya peyva di Avesta de ya Yazata, Yazdan, Yezdan (xweda, melek, tişta mirov îbadetê jêre dike) de ye. Û Kurd jî vê peyvê di roja me de pirr bi kar tînin. Êzîdî, di maneya Ezda (Ez-da) ango ez dam, ez afirandim de bi kar tînin.

Peyva Xwedêda di roja me de di nav Êzîdiyan de wek navê mêran jî pirr tê bikaranîn. Dîsa di Dimilkî de Mazda (Maz-da)= yê em dan= di maneya Xwedê, Xweda de tê bikaranîn. Ezda = yê em dan= Navê Xwedê yê herî mezin ku di Êzîdîtiyê de xwedî hezar û yek navî ye, Xweda ye.” “Êzîdîtî; oleke qedîm a Mezopotamyayê ye.

Em dikarin bibêjin oleke ku Mîtraîzm, Mazdaîzm û Zerdeştiyê jî di nav xwe de dihewîne û sentez dike, ji olên yekxwedayî yên Îbrahîmî jî tesîr lê bûye…

Êzîdîtiyê dualîzma di Zerdeştiyê de heye bi yekxwedayetiyê re sentez kiriye. Êzîdîtî oleke yekxwedayî ye. Xweda 7 melek afirandine û ev 7 melekên ku Tawisî Melek sermelekê wan e, wezîfeya birêvebirina cihanê girtine ser xwe…

Di Êzîdîtiyê de sîstema kastan heye. Li herî jora vê pîramîdê mîrtî heye. Bi rêzê; Mîrtiya Bavê Şêx, Şêx, Pîr, Feqîr, Mûrîd tên.” (Zarokên Rojê Êzîdî, Mehmet Ozcan)

TI ELEQEYA ÊZÎDIYATIYÊ BI YEZÎD RE NÎNE

Hinek kes ku radibin Êzîdîtiyê bi Yezîd ve girê bidin, ev ji derveyî hewldaneke pûç û vala, ne tiştekî din e. Ti elaqeya Êzîdîtiyê bi Yezîd re nîne, Êzîdî herî zêde ji aliyê van avahiyên ku Îslameke wer pêk tînin, rastî komkujiyan hatine.

Damezrînerê Êzîdîtiyê Şêx Adî ye, yê Êzîdîtî bi pêş xistiye û belav kiriye jî Şêx Hesen (Şêx Sin) e. Şêx Hesen ê Êzîdîtî ji derveyî Îslamê terîf dikir, ji ber ji aliyê hêzên desthilatdar ên demê ve wek tehlûke hat dîtin, sala 1221’ê li Mûsilê hat qetilkirin. Şerfeddîn ê kurê Şêx Hesen e û li ser wî bi dehan qewl hene, jî di nav Êzîdiyan de xwedî bandor e. Şerfeddîn di êrişên Moxolan ên li hember Êzîdiyan de tevlî şer bûye û jiyana xwe ji dest daye.

SIBE: DAÎŞ ku dewama nîjadê Yezîd e, xwest fermana 74'an rake.