'Çêkirina resman jî şêwazeke berxwedanê ye'

Gerîlaya YJA-Starê Arîn Koçer Dêrik: Ez bi resman hîsên xwe der dikim. Dema ku ez resman çêdikim bi pênivîsa xwe hîsên xwe der dikim û têdikoşim.

Gerîla Arîn gelek resmên ku wê bi xwe çêkiriye nîşanî me da û hestên xwe yên li ser çêkirina resman anî ziman. Di lênûska Arîn de gelek resmên li ser têkoşîna jinê hene. Her wiha resmên li ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê û jiyana gerîla hene. Arîn dema resmên xwe nîşan dide di heman demê de resmên çêkirî jî şîrove dike. 

Gerîla Arîn dema kevoka çêkirî şîrove dike dibêje: "Sedema çêkirina ewqasî kevok ew e ku ez dema kevoka azad difire dibînim Rêber Apo û di şexsê Leyla Guven de çalakgerên greva birçibûnê tê bîra min."

Arîn ji bo tava çêkirî jî dibêje, "Rêber Apo weke tavekê ye. Ji roja derketî heta îro bi tîrêjên xwe jin û gel ronî kirine. Em jî her dibêjin 'kesek nikare roja me tarî bike'."

Gerîlaya YJA-Starê Arîn Koçer Dêrik di dawiya axaftina xwe de resmeke jinê ku kulîlk di dest de ye nîşan dide û dibêje,Her tim Rêber Apo kulîlkekê diyarî jinan dike. Min jî xwest di vê resmê de jineke ku kulîlkê diyarî wî dike, nîşan bide. Em Tevgera Azadiyê, di wê hêviyê de ne ku berxwedan wê geştir bibe. Çi were kirin jî kêm e, divê ti car bes neyê dîtin. Pir girîng e ku şikandina tecrîdê bibe armanc. Pêwîst e ji bo vê armancê têkoşîna jinan û gelan geştir be. Ez çêkirina resmê jî weke şêwazeke berxwedane dibînim."