Çapan ê DBP’î hate destgîrkirin

Rêvebirê DBP’ê Îhsan Çapan ê ku koma li ber HDP’ê rawestayî êrîşî wî kirî, hate destgîrkirin.

Rêveberê Rêxistina Navçeya Farqînê yê Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Îhsan Çapan ê ku kesên ji aliyê Wezîrê Karê Hindur ê Tirkiyê ve li ber avahiya Rêxistina Bajar a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rawestayîn êrîşî wî kirin, hate destgîrkirin.

Bi îdîaya “tifî me kiriye” ya Celîl Begdaş û Suleyman Aydin ên ku bi rûxmê maske li ber rûyê wan nebû di nava komê de bûn êrîşî Çapan kirine. Çapan ê ku ji bo di derbarê mijarê de îfade bide çûyî Midûriyeta Emniyeta Farqînê hate destgîrkirin.

Hate zanîn ku Çapan ê ku hatî destgîrkirin wê bibin Midûriyeta Emniyeta Amedê.