Çalakvanên Jin: Bi rihê 25’ê Mijdarê em ê hemû jinên Kurd û cîhanê azad bikin

Bi boneya Roja 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Tekoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê çalakvanên jin yên Kurdisrtanî diyardikin ku ewê bi bilindkirina asta têkoşîn û berxwedaniya xwe hemû jinê bindest azad bikin.

Li dijî şîdeta li hemberî jinan her sal li hemû cîhanê çalakiyên cuda cuda ji bo şermezarkirina tundiya li ser jinê derdikevin qadan, lê li Kurdisatanê ji ber zexta dewletên faşîst ev çalakî têne astengkirin û di wan çalakiyan de bi sedan jin ji aliyê dewletê ve têne girtin.

Di derheqê vê mijrarê de çalakvanên jin ên ji her çar aliyên Kurdistanê anîn ziman ku ewê bi rihê 25’ê mijdarê hemû jinên Kurd û cîhanê azad û rizgar bikin û ji ber wê jî ewê asta têkoşîn û berxwednaiya xwe zêde û bilindtir bikin.

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Mediya Rojhilat di destpêka axaftina xwe de behsa pêgeha jinê ya di dema Zerdeştiyan kir û û wiha pêde çû: “Di serdema ola Zerdeştî de jin di civakê de xwedî cihekî mezin bû, ji ber ku weke Xwedavend dihatin hesibandin. Mîna xwedawenda Îştar û xwedawenda Anahîta ev tê wê maneyê ku ola Zerdeştî mafên jinan didayê û di her warî de bi mêran re wekhev bû û di civaka xwe de karîbû bigihêje cihên bilind. Lê eger em behsa jinan bikin di serdema ola Îslamê de, em ferq û cudahiyeke mezin di navbera her du olan de dibînin.

“BI RIYA OLÊ JIN TÊ HEDEFGIRTIN”

Mediya Rojhilat îşaret bi bandora ola Îslamê ya li ser jinê kir û got: “Ew jina ku beriya hatina ola Îslamê û ferzkirina desthilatdariya mêr li ser wê wek Xwedawend dihat dîtin, bû koleyê mêr û li ser navê olê gelek astengî li ser wê hatin danîn. Divê jin guh bide mêr, di dema neguhdariya mêr de, azadiya mêr ji bo cezakirina wê bi lêdanê û rêbazên din heye, her wiha jin wek pîrek dihat dîtin û ji qîmeta wê dihat dûrxistin û li wir gelek mînakên wê hene ku behsa zordestiya dînê Îslamê li ser jinan û azadiya wê dike, ku heta niha di gelek civakan de berdewam e. Zagonên zordariya li ser jinan wek yasayan in û divê her kes wan bi cih bîne. Tenê jina Kurd karî ku ew zagonên tundiyê bişkînin û mînaka jinên Kurd, li Rojava berbi çave ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku banga tunekirina desthilatdariya baviksalarî dikir û her tim bi hêza jinê bawer bû hat afirandin.

Di qanûnên beriya Komara Îranê de temenek diyarkirî ji bo zewacê hatibû diyarkirin, ji ber wê jî temenê zewacê ji bo jinan 18 sal û ji bo mêran jî 20 sal hatibû diyarkirin. Lê bi hatina Komara Îslamî re ev qanûn ji holê hat rakirin û di bin navê olê de ev qanûn hat qedexekirin, yanî Komara Îslamî di civakê de zewaca biçûkan teşwîq kir. Gelek dengên ku daxwaza rakirina zewaca di temen biçûk de li parlemanê û gelek foruman kirin derket, lê Komara Îslamî şerê her kesê ku li hember vê qanûnê sekinî û hemû hewldan hatin pûçkirin. Ji ber wê niha Komara Îslamî ya Îranê, temenê qanûnî yê zewacê ji bo keçan kiriye 13 sal û ji bo mêran jî 15 sal. Di wê dema zarokatiyê de û di temenê biçûk de, ew keça biçûk dibe dayik û ji tiştên ku tê re derbas dibin, bêhiş dibe û nikare doza xwe bike û mafên xwe bixweze.”

Endama Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Mediya Rojhilat destnîşankir ku di encama vê qanûnê de civak perçe dibe, ev yek jî dibe sedema hedefgirtina jinan, azadî û pêşketina wê û wiha domand, “Ya ku em dikarin jê re bibêjin Îslama siyasî ew e, bikaranîna olê ji bo armancên siyasî, ku bi giranî armanca wê tunekirina jinê ye û ev yek jî bûye sedem ku jin di civaka xwe de bên tunekirin, xwedî rol nebin, xwedî biryar nebin û di qada aboriyê de bê rol bin. Ji ber wê hemû qanûnên komara Îslamî dikeve bin xizmeta mêr û jinê di nav mal û karê anîna zarokan de sînordar dike.”

Zordariya Li Ser Civakê Hemû Xetên Sor Derbas Kiriye”

Rojhilat bal kişande ser armanca siyasetên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya ji destpêkê heya niha û got: “Bi hatina Komara Îslamî ya Îranê ser deshilatê û heya roja îro, ev deshilat ji bo têkbirina hemû jêrxanên civakî kar dike, her kes rewşa dijwar a jiyana hemû welatiyên Îranê û dorpêçên aborî yên li ser wan, her wiha zordestiya ku Komara Îslamî li ser civakê bi taybetî li ser Kurdên Îranê dike dizane. Bi hatina Îbrahîm Rayîsî ser desthilatê ku ji destpêka desthilatdariya xwe heta îro komkujî kiriye û înfazên ku wî pêk anîn, gelek ciwanên me yên Kurd bûn qurbanî. Ji ber wê ji vir û şûnde êdî civak nema dikare tehmûl bike, ji ber wê pêwîstiya xelkê bi rêveberiyekê heye ku bikaribe civakê ji hemû pirsgirêkan rizgar bike. Rewşa xirab a aborî rast bike û azadiya jinan bike armanca xwe. Niha civaka me bûye weke bombeyeke hesas ku di her kêliyekê de dibe ku biteqe. Her wiha qedexeyên li ser jinan bûne sedema zêdebûna xwekuştina jin û gihîştiye astekî ku zarokên di 9 saliya xwe de xwe dikujin û ev jî nîşan dide ku zext û zordariya li ser civakê hemû xetên sor derbas kiriye.”

“FİKİR Û FELSEFEYA RÊBER APO RÊYA HERÎ BAŞ E Jİ BO RİZGARKİRİNA CİVAKÊ”

Endema Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Medya Rojhilat di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi saya ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel wê bikaribe xwe azad û rizgar bike û got: “Ramanê Rêber Abdullah Ocalan yekane rêya rizgarkirina civakê ji pîsbûnê ye û rêya azadiya hemû jinan e. Jin bi rêxistinkirina xwe dikare van astengiyên ku me behs kirine bişkîne û desthilatdariya baviksalarî bişkîne. Civakbûn wê bi azadiya jinê destpê bike û rizgar bibe. Bêyî azadiya jinê em nikarin civakeke azad ava bikin. Em di wê baweriyê de ne ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji bo azadiya hemû jinan û civakê çareseriya herî guncaw e.

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê jin weke wezîr, perlementer, rawşenbîr û cîgira wezîr di nav hikumetê de cih girtiye û di beşên cuda de jî kar dikin, lê bi tena serê xwe nikarin biriyar bidin û xwe birêve bibin û got: “Jin weke karmendekî di navendên hikumî de kar dikin, tenê biriyarên ku têne giritin pêktînin û nikarin ji bo bercewendiya gel kar an jî pişinyarekê bikin, bi taybet ji bo jinên ku rastî tundiyê tên ti tiştî nikarin ji bo wan pêk bînin.  ji ber wê em dikarin bêjin ku weke memûrekî kardikin û diçin mala xwe û di nav biryarên siyasî de nikare nêrîn bidin. Her wiha dema şande diçin dervayî welat jin bi rengekî formalîte cihê xwe di wê şandeyê de digire û nikare bi ti awayî xwe îfade bike. Ji ber wê hikumetê jin ji bo desthilatdariyê, zihinyeta baviksalarî, mezinkirin û pêşxistina partiyan bikartîne da ku jin ji bo maf û jiyanê ti tiştekî neke û wê bê hest bihêle.”

“HER ÇİQASÎ PARTÎ PARÇE DİBİN, JİN DU QATÊ WÊ PARÇE DİBİN”

Reşîd diyarkir ku li Başûrê Kurdistanê de her çiqas partiyên siyasî parçe bibin bandoreke nerênî li ser jin û doza jinê jî dike û got: “Ji ber ku jin cihê xwe di partiyan de girtine û ji bo berjewandiya wan partiyan kar dikin nikarin ji bo pêşxistina doza azadiya jinê li hev kom bibin. Ji ber wê weke RJAK zehmetiyeke pir mezin dibîne dema ku jinan tîne gel hev, her wiha em dibînin ku pir dewlet dijminên hev in, lê di karê dîplomasî de jî tên cem hev û karên xwe dimeşînin. Lê li vê derê ji bo berjewandiyên xwe jî nayên gel hev û li hev kom nabin û gihîştiye astekê ku jinên ku partiyên wan cuda ye, ji hev nefret dikin. Ji ber wê çiqasî di nav partiyan de parçebûn çêdibe di nav jinan de jî parçebûneke du qatî çêdibe. Her wiha em dikarin bêjin ku hin partî jî ditirsin ku jin bên gel hev û li hev kom bibin; ji ber ku ger jin bûn xwedî yek nêrîn, yek fikir û yek doz wê rexne li partiyên ku tê de kar dikin bikin, ev yek jî wê ji bo berjewadiyên patiyan bibin xeteriyeke mezin. Niha jî em dibînin ku bi sedan jin têne kuştin û revandin ji ber wê bi nêrîna min ger yekîtiyeke di nav jinan de were avakirin wê pêşî li hemberî gelek xerabiyan bigire.”

Bi dewamî Jîno Reşîd got:”Jinên Başûrê Kurdistanê têkoşîna ku li Şengal, Kobanê, Mexmûr û li hemû deverên ku li dijî zihniyeta DAÎŞ’ê berxwedan lê hatiye kirin, tiştekê pîroz dibînin û bandoreke hestiyarî li ser wan avakiriye lê vê tekûşînê aîdê xwe nabînin tenê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê dibînin, ji ber wê em weke RJAK hewildana me hebû ku hejmareke ji jinên Başûrê Kurdistanê bibin qada Rojava ji bo ji tecrûbaya YPJ’ê û rêxistinên jin yên din bandor bibin, bi rastî bi vê gavê hêzeke mezin di jinan de hate çandin lê ew ku me di destpêkê de xuya kirî ji ber tirsîne partiyên siyasî li başûr nahêlin ku jin bibin xwedî yek doz û yek fikir.”

JİN TÊN QETİL KİRİN Û DİBÊJİN XWEKUŞTİNE

Endama RJAK’ê Jîno Reşîd bal kişande ser qetilkirina jinan a li Başûrê Kurdistanê û got: “Ne tenê jinên Êzîdî rû bi rû rastî tundiyê hatine, tevahî jinên Başûrê Kurdistan tên qetilkirin, piştre dibêjin ku xwekuşine û ev rewş piranî li herêmên ku di bin serweriya PDK’ê de ne derdikeve. Ji ber ku li wê herêmê jiyana misoger û ewle ji bo jinan tune ye ku hêviyek xwe çêke û ji jiyanê hez bike. Ji ber ku jiyana jinan di wê herêmê de bûye weke zîndanan, ji ber wê jî neçar dimîne xwe bikujin. Derbarê vê mijarê em dibêjin xwekuştin ne çare ye, tenê em dikarin bi riya bilindkirina têkoşîna jin û yekîtiya jinê li hemberî vê rewşa xirab bisekinin û azadiya jinan biafrînin.”

Jîno Reşîd di dawiya axaftina xwe de bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê wek sedemekî yê qetilkirina jinan li Başûrê Kurdistanê dît û got: “Hejmareke mezin ji jinan li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin, Hikumeta Herêmê jî tim bêdengiyê esas digire. Ji ber ku ew bi xwe dixwaze ev rewş pêk were, her wiha li hemberî şehîdkirina gerîlayên jin yên ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê hem ji hikumetê hem jî ji ailiyê gel ve ti bertek nayê nîşandan. Ji ber ku hikumet di gel de zihniyetekê çêdike, gel razî dike ku kesên şehîd bûne ne ji Başûrên Kurdistanê ew kesên biyanî ne.”

“DİJMİNÊ HERÎ MEZİN Jİ AKP’Ê RE JİN E”

Parlementer û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di destpêka axaftina xwe de xuya kir ku dewleta Tirk her ku diçe li hemberî jinan hovtir, hişktir û desthilatir dibe û got: “AKP’ê ji roja ku hatiye ser kar, dixwaze civak li gorî xwe bi rêxistin bike ku yek berwarî, yek ol, yek ziman, yek nasname û yek netew be û di dema dawiyê de siyaseta xwe bêtir pêşxist û me jî li hemberî xwe weke dijimin dibîne û li hemberî me şer dike. Îro jî li hemberî Kurdan û li hemberî bewariyên cuda û berxwdaniya jinê şerekî bi rêxistinkirî dimeşîne, ev şer bi navê pergala faşîzmê ye û pergel li ser vê esasê ava dike. Her wiha em dikarin bêjin ku dijminê herî mezin ê faşîzma AKP’ê berxwedaniya jinê ye, ji ber ku cihê ku jin li wê be demokrasî û azadiya civakê tê de bi pêş dikeve.”

“JİNÊN KU DİZEWİCİN Û ZAROKAN TÎNİN Lİ GORÎ OL Û AKP’Ê PÎROZ İN”

Başaran di berdewamiyê de ragihand ku îro AKP dixwaze jinan li gorî xwe biafrîne û wiha dirêjî da gotina xwe, “AKP dixwaze jinan li gorî xwe biafrîne ku jinên kole bin û li hemeberî wan ti tişetekî nekin û ji bo berjewandiyên dewletê kar bikin. Jinên ku di nav malbatê de ti nêrînên wê neyê girtin, sekna wê ne serbixwe be, di nav wê malbatê de were perçiqandin û tê de fikra jina azad were tunekirin bê afirandin. Bi rastî jî ev siyaset bi olpersertî ve girêdayî ye, jinê ku bizwece û zarokan bîne û serî li hemberî zilam bitwîne û jinek ne xwedî têkoşîn be weke mînak dihat nîşandan ku li gorî ol pîroz e. Her wiha jina ku li hemberî van tiştan dengê xwe bilind bike wan jinan dadirazandin ku ew tişt li dijî ol e. Her wiha jina ku li hemberî vê fikrê nerazîbûna xwe didan nîşandan weke dijim ji xwe re dibînin û zilaman di nav civakê de li hemberî wan jinan birêxistin dikin û rêbazên cuda cuda pêk tînin. Her wiha li hember destdirêjî û tecawizkirinan, zilam ji aliyê hikumeta AKP’ê tê xelatkirin û bê ceza tê hêştin. Ji bo ku jin jî bizanibe mafê wê di nav civakê de nîne û AKP’ê li ser çapemeniyê vê rêbaza faşîst bi rêxistin dike û qetlîama jinê weke tiştekî normal nîşan didin. Îro jî em dibînin ku bi destê polîsên Tirkan jin tê tecawizkirin û jin weke mekanîzmê bi kar tînin.”

Başaran her wiha anî ziman ku dewleta Tirk ji bo çevisandina doza Kurd û tirsandina gelê Kurd, di serî de jinan dike hedef û ragihand, “Li dijî jinên Kurd gelek sûc kirin, ji ber ku di wê baweriyê de ye ku bi rêya van sûcan dikare bandorê li gelê Kurd bike.” Başaran her wiha xuya kir ku jin nîvê civakê ye û roleke mezin tê de dilîze û wiha axaftina xwe domand, “Ji ber wê dewleta Tirk bi rêya binpêkirina mafên jinan, girtinê, kuştina bê maf û tundiya li dijî wan bi taybet jinên Kurd hewl dide nasnameya vê civakê biçevisîne. Her wiha hewl dide dîmenê civaka Kurdî reş bike û doza Kurd biperçiqîne. Ji ber wê bela xwe dide her mêrek an jî jinek ku vî mafî, doza Kurd û mafên Kurdan diparêze.”

Parlementer û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di beşek din a nirxandinê xwe de bal kişande ser rola pêşengiya jinê û got: “Jinên ku pêşengiyê ji civaka xwe re dikin, ji aliyê dewletê ve tên hedef girtin. Weke hevala me Ayşe Gulkan yê ku Berdevka Tevgera Jinên Azad bû û ji bo jinê têkoşiyaye, ji aliyê hikumeta AKP’ê ve 30’î sal ceza lê birîn. Ev hedef girtin jî ji ber ku jin tenê li dijî tundiya mêr û dewletê tedikoşin û li dijî her cûreyê tundiyê berxwedaniyê dikin, lewma jî her roj li ser vê axê jin ji hêla dewletê mêr ve têne qetil kirin û em jin pir baş dizanin ku dewlet piştgiriyê dide van kujeran. Dema ku em jin dixwazin li dijî van komkujî, tundî, tacîz û destavêtinê dengê xwe derxînin, ji hêla polîsên dewletê ve tên astengkirin û derdora me dorpêç dikin. Dixwazin bi van astengiyan jinan bêdeng bikin û pergala xwe ya mîlîtarîst a faşîst li ser vê xakê ava bikin. Lê em baş bizanin ku em jin emê tu carî zilm û zordariya dewlet û mêrê desthilatdar qebûl nekin.”

METİRSİYA MEZİN YA ERDOGAN JİNA KURD E

Başaran îşaret bi bandora têkoşîna jina Kurd ya li Tirkiyê kir û wiha pêde çû: “Erdogan dît ku jin di civaka Kurd de hêdî hêdî xwe bi rêxistin dike û dibe pêşenga civakê û deng û têkoşîna wê bilind û xurtir dibe. Her wiha civaka Kurd û Tirk bandor dike, ji ber wê bi riya olê têkoşîna jin da seknandin û pêşî li pêşxistina doza jinê girt û êrîşên herî mezin li hemberî jinan bi destê zilam pêkanîn.”

Başaran a HDP’î di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku xwe vekişandina ji Peymana Stenbolê nîşan dide ku Tikiye tundiya li ser jinê di mêjî û hizira wî de ye û got: “Gava herî dawî me dît ku Erdogan xwe ji Peymana Stenbolê vekişand û bi vê yekê jî peyam dide jinan ku ew bê parastin in. Armanca Erdogan ji vê gavê ew e ku dostên xwe yên ku piraniya wan bi zihniyata Îslama radîkal kar dikin razî bike û bi riya vê gavê hemû Mislimanên tundrew û dostên xwe yên nû ji bo hilbijartinê ava bike, lewre pêşî li pêşketina doza azadiya jinê girtiye.”

Endema Koordînesyûna Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo jî di destpêka axaftina xwe de behsa cihê jinê ya di civaka xwezayî de kir û got: “Civaka dayîksalarî ku bi aşitî, demokrasî û wekhevî hatibû avakirin û jinê pêşengiya wê kiribû, her tim ew civak mezin dikir û komînaltiya wê ava dikir û pîvanên civakê roj bi roj xurt dikir. Ji ber wê mînaka herî mezin yê ku jin tê de rêveber û xwedevan bû mînaka civaka xwezayî ye. Lê li hember wê jî sîstema baviksalarî ku xwest xwe li ser destketiyên ku jin afriandiye weke dîrok, zanist, rêxistinbûyîn û civakbûyîn ava bike, jin dûrî hemû qadan bike û li ser vê esasê sîstema baviksalarî li ser hemû civakê hat ferzkirin. Her wiha li hemberî jinê şereke ji her alî dan meşandin û ketin nava hewldanên ku jinê ji qadên jiyan dûr bixe û jinê weke hebûnekê di jiyana gerdûnê de nebîne û heta gihêşt astekê ku di zanistê de gelek caran gotin ku gelo jin bi ruh e an jî bê ruh e, em dikarin jinê weke mirov binav bikin yan na; ji ber wê jî şerê li dijî jin û dîroka jin hatiye meşandin bi hezaran salan hatiye domandin, ji ber wê dema ku em behsa tundiyê dikin, pêwîst e tenê bi bûyerên îroyî we negirin dest.”

Loqo bal kişande ser pergala rejîma Sûriyê ya beriya şoreşa Rojava û got: “Sîstema ku li Sûriyê dihate meşandin sîstemeke dewletê bû, dewlet jî bi zilam tê naskirin. Rengê jin û weke zanista jin di nav xwe de qebûl nedikir û nedihewant. Her wiha nedihêştin ku jin bi ti awayî bibe berpisyar an jî rêxistineke serbixwe ya ku ayîdê wê be ava bike, ji ber wê jin ji hemû qadan hate dûrxistin û hate perçiqandin. Ji ber wê li Sûriyê di sala 2005’an bi awayekî veşartî ji bo parastina mafê jin û pêşxisitina azadiya jinê Yekîtiya Star hat avakirin. Her wiha ew yekîtî ji bo ku karibe jin bi rêxistin bike, jin perwerde û zana bike hat demizrandin. Hat damezrandin ku dîroka jinê ya dewlemed bê naskirin û li gorî wê jî qad û komîteyên vê yekîtiyê hatin avakirin û jin di nav van komîteyan de bi awayekî çalak xebatên xwe birêve dibin, lê ji ber hebûna sîstema Baas û zextê wê li ser gelê Kurd û li ser jinê bi taybet Yektîtiya Star bi awayekî pir hesas tevdigeriya. Ji ber wê jî bi dehan hevalên me hatin girtin û li ser wan hukim birîn, li ser vê esaê sal bi sal yekîtiya Star ji bo berfirehkirina xebatên xwe û ji bo xwe gihîştina tevahî malbatan û tevahî jinên ciwan û dayîkan karê xwe birêve bir.”

“Jİ BER KU JİN YEKEM KES SERÎ HİLDA ŞOREŞA ME Bİ NAVÊ ŞOREŞA JİN HAT NASKİRİN”

Rîhan Loqo di berdewamiyê de diyarkir ku bi têkoşîna jin şoreşa me bû şoreşa jinê û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku jin di çirûska 19’ê Tîrmehê ya ku li Kobanê destpêkir û heya niha li qadan bû û têkoşîn birêvebiriye û berdêlên pir mezin ji bo ku bikare azadiya xwe û hemû jinan bi dest bixwe dan. Lewre şoreşa Rojava wek Şoreşa Jinê hat binavkirin. Ji ber wê di şoreşa Rojava de komîn û meclis û desteyên jinan hatin avakirin, her wiha em dikarin bêjin ku jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe girt û bû pêşenga wê civakê. Her wiha navendên ji bo pêşxistina zanistên jin hatin avakirin. Ji ber wê di Sûriyê de ne tenê jina Kurd hat birêxistin kirin, belku bi pêşengiya jina Kurd hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin birêxistin kirin. Li ser vê bingehê jin ji hemû pêkhateyan rola xwe di vê şoreşê de lîstin, bi taybetî li herêmên weke Tebqa û Reqayê jî rêxistineke jin taybet bi navê Komkirina Jinên Zenûbiya hat avakirin. Meclisa jinên Sûriyê hate avakirin û ji bo ku hemû jin di çarçoveya fikra azadiya jinê xebatên xwe pêşbixînin, gelek sazî û rêxistinên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin damezrandin, ji bo ku tenê doz û zanista jinê pêşbixînin. Niha jî Kongreya Star pêşengiya hemû rêxistinên jinan dike û Kombûna Jinên Zenûbiya jî pêşengiya hemû rêxistinên jin ên Ereb dike.”

“JİNÊN NİHA NE WEKE BERÊ NE”

Rîhan Loqo di axaftina xwe got ku tiştên li herêmên dagirkirî tên kirin kiryarên dermirovî ne û anî ziman, “Ji ber wê pêwîste hemû rêxistin bi awayekî cidî tevbigerin. Li herêmên dagirkirî tundî, desthilatî û kiryarên pir xirab li ser gel û bi taybet li ser jin tê ferzkirin. Aramaca wan tenê destkeftiyên şoreşa Rojava (Şoreşa Jinê) yê ku jinê bi ked, zanist û karê xwe bi dest xistiye xirab bikin û birûxînin û bikin malê xwe. Ev bûyer dîrokê tîne hişê mirov ango dema ku zilaman 104 Me’yên jin afrandinî ji wê dizîn û kirin ayîdê xwe, lê belê jina niha ne jina berê ye û ji bo mafê xwe wê her şer û têkoşîn dikin. Ji ber wê li herêmên dagirkirî em her roj dibihîsin yan jî dibînin ku rewşa jinan di asta herî xirab de ye, rastê destdirêjî, tecawiz, revandin û qetilkirinê tên û ev bûyerane dibe ku li hemberî roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin be. Em hemû rêxistinên civaka sivîl bi taybetî yên femînîstî û hemû rêxistinên navdewletî hevparê dagirkeriyê dibînin, ji ber ku ger ne havpar bin wê heya niha bertekeke cidî li hemberî van kiriyaran nîşan bidana. Ji ber wê em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tayebt jina Kurd dibêjin ku jina niha ne jina berê ye û ewê ti carî nikarbin li hemberî pêşxistina doz û azadiya me bisekinin û heya azadiya hemû jinan misoger dibe, em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”

 Endema Koordînasyûna Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku wan bi saya perwerdê karîne jinên Ereb jî çalak bikin û got: “Bajarên mîna Reqa, Tebqa û herêma Dêrezorê weke em dizanin di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de bû û wê demê hemû kiryarên dermirovî li hemberî civakê û bi taybet li hemberî jinê di bin navê ol de didan meşandin. Her wiha em dikarin bêjin ku ew bajar ji jinan re bibû dojeheke bê agir, lê piştî rizgarkirina wan herêman ji destê DAÎŞ’ê bi awayekî lezgîn rêxistinên jinan derbasî wan herêman bû û xwe bi rêxistinkirin; lê dîtin ku bandoreke pir nerênî û mezin li ser jinên wê herêmê hatiye kirin. Ji ber wê jî rêxistinên me jin li derdora xwe kom kirin û bi rêya dayîna semîneran û perwerdeyan me karî hêdî hêdî ew jin ji wê dojeha fikrî xelas bikira.”