Çalakvanên Greva 'Azadî ji Abdullah Ocalan re': Têkoşîna me wê heta azadiyê dewam bike

Çalakvanên greva birçîbûnê ya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bang li gelê Kurd kir ku xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Çalakgeran destnîşankirin ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê heta azadiyê têbikoşin.

Komîteya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Başûrê Kurdistanê' bi hevkariya Tevgera Azadî bi tevlîbûna nûnerên saziyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, RJAK û Ciwanên Welatparêz dest li dijî komploya navneteweyî doh dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan kiribû.

Çalakvanên grevê bang li her kesê kir ku xwedî li Rêber Apo derkevin.

Kamûran Mihemed Qadir: Em welatparêz û têkoşer li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo hate kirin, dest bi grevê kirine. Em hêvî dikin ku hemû gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derkevin. Ji ber ku ew hemû temenê xwe ji bo azadiya gelê Kurd û neteweî derbas kir, ji bo wê em gelê ê welatparêz xwedî li Rêber Apo derdikevin. Em amade ne xwe feda bikin ji bo Rêber Apo. Peyama wî ya ji bo me Berxwedan Jiyan e, teslîmbûn mirin e. Banga me ji bo her kesê ye ku xwedî li Rêber Apo derkevin.

Fatma Hamid: Xwedîderketina li Serokatî erkekî exlaqî û neteweyî ye. Ez weke jin û dayikekê min erkê xwe dît ku tevlî vê çalakiya grevê bibin. Ev roj ne ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan roja reş e. Serokatî ji bo gelê Kurd û taybet ji bo jinan şanseke. Em dibêjin bes e ji bo zilm, zext û dagirkeriyê. Girtina Serokatî qirkirina gelê Kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û aramiya Rojhilata Navîn e. Hûn komploger nikarin roja me tarî bikin. Serokatî bo gelê Kurd ronahî ye. Şoreşa Serokatî ji şoreşên din cuda ye. Em dev ji Serokatî bernadin. Di dema herî bêdeng û qirkirinê de Serokatî derket, çiraya azadiyê pêxistî ronahî da gelê Kurd. Serok Apo şoreşeke zihnî ava kir. Jin ji nebûnê kir hebûn. Jina ku her kesê hebûn, reng û dengê wê weke eyb şerm didît, Serokatî got na serbilindî ye. Serokatî jin kir hebûn. Serokatî got, pîroz e. Azadiya Serok Apo pîroziya jina Kurd e. Jina Kurd û gelê Kurd deyndarê Serok Apo ye. Yên komplo kirî divê lêboriyê ji Serok Apo û malbatên şehîdan bixwazin.

Karwan Tîleko: Em jî weke gelê welatparêz ên li Başûrê Kurdistanê ji bo li dijî komploya navneteweyî û dîsa agahiyek ji Rêber Apo bigirin, tevlî vê çalakiya grevê bûne. Erk û berpirsyariya her ferdê Kurd ew e li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bê helwest nemîne. Bi hêviya ku em vê salê bikin dawî anîna Girtîgeha Îmralî û azadiya Rêber Apo.

Sara Reza: Hemû hêzên cîhanî ji vê komployê berpirs in. Di dîroka mirovahiyê de ti girtîgeh weke ya Îmralî nîne. Rêber Apo ji hemû mafên jiyanî û rewa yê her ferdek lê hatiye qedexekirin. Çawa ku Rêber Apo ji bo hemû gelan têkoşîn kir. Girtina Rêber Apo jî tê wateya girtina hemû gelên azadîxwaze. Em jinên Başûrê Kurdistanê divê berê her kesî xwedî helwestbin li ber vê komplo û tecrîdê. Ji ber ku Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo jin û têkoşîna jin daye. Jin kiriye fermandar, xwedî hêz û biryar. Çawa me li Rojava li ser destê jinên azadîxwaz DAÎŞ têk çûn. Jin bûne sembola û pêşenga têkoşîn û azadiyê li hemû cîhanê. Divê em jî xwedî li fikir û canê Rêber Apo xwedî derkevin. Em jinên Başûrê Kurdistanê soz didin, li ser raman û rêbaza Rêber Apo û canê Rêber Apo têkoşîn bikin heta azadiyê.

Hemdullah Aktaş: 24 sal in Serokatî li Îmraliyê di nava tecrîdê de ye. Ev 23 meh in jî ti agahiya me ji Serokatî nîne. Rê nadin malbat û parêzer hevdîtinê dikin. Em bang li hemû gelê Kurd dikin, li Serokatî xwedî derkevin. Ev tecrîd li ser gelê Kurd nîne. Ev du roj in ji bo şermezarkirina komplo em di grevê de ne. Ev jî peyameke ji bo gel ji vê rojê baldar bin. Em bang li xelkê Silêmanî dikin ku xwedî li çalakiyê derkevin. Tiştê ji destê me bê em ê bikin. Banga me ew e xwedî li Serokatî derkevin.