Çalakiyên silavkirina 15’ê Tebaxê yên YPS’ê

Tîmên Tolhildanê yên YPS’ê, bi çalakiyên xwe yên li Amed û Mêrdînê, 15’ê Tebaxê silav kirin û peyama "Em ê bi têkoşîna gel a bi şoreşgerî, bibin bersiv ji ruhê 15’ê Tebaxê re" dan.

Tîma Tolhildanê Şehîd Ronahî Nisêbîn a YPS-JIN’ê û Tîma Tolhildanê ya Şehîd Amara Stêrk a YPS-JIN’ê, ji bo xatirê 15’ê Tebaxê çalakî li dar xistin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Tîma Tolhildanê Şehîd Ronahî Nisêbîn a YPS-JIN’ê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "13’ê Tebaxê bi şev saet di 00.00’an de li Taxa Kale ya Navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê wesayîta Naşît Temellî yê cerdevan û AKP’yî hat şewitandin."

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: "Hevkarên ji eslê xwe bi dûr ketine, divê ji aliyê civakê ve neyên qebûlkirin û ji aliyê civakê ve bên tesbîtkirin û cezakirin. Em berxwedêrên rêveberiya cewherî, kî bi dijmin re bixebite, zerarê bide doza azadiyê em ê wan ceza bikin."

Tîma Tolhildanê Şehîd Amara Stêrk a YPS-JIN’ê jî got: "11’ê Tebaxê li Taxa Azîziye navçeya Seyrantepe ya Amedê û li du taxên navçeya Bismilê bi fişekên hewayî çalakî hatin lidarxistin."