Çalakiyên piştevaniya bi Asayîşa Êzidxanê re di roja 8’an de ye

Çalakiya piştevaniyê ya gelê Şengalê ya bi Asayîşa Êzidxanê re di roja 8’an de ye.

Çalakiyên destekdayînê ya gelê Şengalê ya li dijî peymana Bexda-PDK’ê ya li dijî Şengalê ya ji bo Asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin dewam dike. Çalakiya nobedê ya li pêşiya Navenda Asayîşa Êzidxanê ya Şengalê di roja 8’an de ye.

Gelê Şengalê heta niha bi gelek çalakiyên cihê daxwazên xwe yên xweseriya Şengal û naskirina vîna Şengalê ji hikûmeta Iraqê re ragihandiye.

Gel heta niha bersivek erênî ji rayedarên hikûmeta Iraqê negirtine.