Qirkirina siyasî li gelek bajaran hate şermezarkirin

Li Enqere, Mêrdîn û Şirnexê li dijî operasyonên qirkirina siyasî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Çalakiyên protestoyî yên li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyasetmedarên HDP'î dewam dikin. Li Enqere, Mêrdîn û Şirnexê desthilatdariya AKP-MHP'ê hatin şermezarkirin.

ENQERE

Platforma Jinê ya Enqereyê li avahiya Sendîkaya TUMBEL-SEN'ê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyona qirkirina siyasî biryareke siyasî ye û got, "Em zanin ku eger em li ber xwe nedin, em ê nikaribin nefesê bigirin."

MÊRDÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî li dijî operasyonên qirkirina siyasî li avahiya partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî got, "Ew ê winda bikin, em ê bi ser bikevin." Tîryakî diyar kir ku ya hatiye kirin operasyoneke siyasî ye û got, "Desthilatdariyê operasyona qirkirina siyasî kiriye. Hewl dide HDP'ê bêdeng bike."

Tîryakî destnîşan kir ku HDP'ê çok netewand, wê netewîne jî û got, "Wê bi ser nekevin."

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr daxuyaniyek hate dayin. Tevî endamên HDP'ê her wiha aktîvîstên TJA'yê jî tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ê bi eniya antîfaşîst, aştiyê ava bikin, demokrasiyê ava bikin. Em ê rejîma dewleta partiyê ji holê rakin."