Çalakiyên boykotkirina malên Tirk dewam dike

Piştî êrîşên dagirkreriya dewleta Tirk a li ser Rojavayê Kurdistanê û şûnde gelê Başûrê Kurdistsanê boykota berhem û kelûpelên Tirkiyeyê kirin. Hewlêr yek ji wan bajarên ku bi awayekî çalak ew kampanya birêve dibe ye.

Di çarçoveya nerazîbûn û çalekiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê ciwanên xwebexiş ên Hewlêr ji bo hestyarbûna gelê bajêrê Hewlêrê bi armanca boykot kirina berhem û kelûpelên Tirkye du hezar belavok li ser ciwan û xwenevanan belav kir.

Çalakvanên Başûrê Kurdistanê ji niha ve bi awayekî çalak li ser asta bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê wê kampanyayê birêve dibin. Çalekvanan pêngava boykot kirinê bi ‘Şoreşa Spî’ li dijî Tirkiyeyê bi nav dikin, bajarê Hewlêrê jî yek ji wan bajarane ku bi awayek berbiçav pêşwaziya wê kampanyayê dike ye.  

Şoreşa Spî di destpêka dest dirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê, biryara pêngava boykotkirina kelûpelên Tirkyê dan destpêkirin. Ev kampanya nêzî mehekê ye li herêma Kurdistanê destpêkiriye ji niha ve jî bandoriya xwe li ser aboriya Tirkiyeyê kiriye.

Beriya ev kampanyaya boykot kirina giştî Tirkyiye û kelûpelên wan destpê bike, bi rêya balefirên Silêmanî ve heftiyane Kompanyaya Turkish 7 sefer ji bo Tirkiyê dikir, lê belê niha ew kompanya nikare seferekî jî bike.

Li gorî çend çavkaniyên herêmî dewleta Tirk bi rêya konsolosên xwe li Hewlêr ji Hikûmeta herêma Kurdistanê pirsa vê pêngava boykotkirina kelûpelên Tirkiyeyê kiriye û hikûmeta herêmê bersiv da û ragihand: “Ew boykot, berteka gel e.”