Çalakiya Dadê ya Malbata Şenyaşar didome

Endamên malbata Şenyaşar ku xizmên wan ji hêla Ibrahîm Halil Yildiz ê AKP'yî ve li Pirsûsê hatin kuştin li ber edliyê çalakiyê dikin. Malbatê bang li her kesî kir ku li dozê xwedî derkevin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê dema Hilbijartina Giştî ya 2018'an a 24'ê Hezîranê zêrevanên Wekîlê AKP'yî Ibrahim Halil Yildiz û xizmên wan êrîş birin ser kargeh û nexweşxanê, Hevser û du kurên Emîne Şenyaşar kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar bi daxwaza 'dad'ê li ber edliyaya Rihayê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. Daxwaza hevdîtinê ya têkilî dosyayê ya malbata Şenyaşar ji hêla Serdozgerê Komarê ve nehate qebûlkirin.

Ferît Şenyaşar got endamên malbata wan li nexweşxaneya Pirsûsê bi hovane hatine kuştin lê ji ber vê ji berpirsan ti kesek nehatiye girtin. Şenyaşar got Serdozgerê Komarê yê Rihayê ev mehek e dest bi peywirê kiriye, bi parêzeran xwestin ku hevdîtinê bikin lê hatiye redkirin û got, ''Li ber çavê diya min bavê min û birayê min kuştin. Waliyê Rİhayê jî şahidê vê ye. Walî dibêje, ku dema wê hat wê her tişt derkeve holê. Sebra me nemaye. Kujer bi serbestî digerin. Kesek nikare garantî bide bê ka sibe em ê jî werin kuştin an na. Heta ku li ser kujeran tiştek neyê kirin, dozger di hevdîtinê de bersiveke ku mirov qanih bike nede me, em ê li ber edliyê rûnin.''

Şenyaşar her wiha got, ''Em bang li hemû kesên xwedî ûcdan dikin ku li vê dozê xwedî derkevin.''

Emîne Şenyaşar jî got hevser û kurên wê li ber çavê wê hatin kuştin got, ''Ez dixazim kurê min ê girtî were berdan. Çima vê zilmê li me dikin? Li nexweşxanê zarokên min kuştin. Bila li qeydên nexweşanê binerin. Em diçin cem dozger. Naxwaze ku me bibîne. Ez ê jî li ber edliyê rûnim. Heta ku kurê min were berdan ez ê ji vir neçim. Malbata min kuştin, kurekî min kirin girtîgehê. Her tişt li ber çavan kirin. Çima qeydan dernaxin?''