Çalakgera Mertalên Zindî ya Rûs: Sakîne Rûs

Sakîne Rûs ku demeke dirêj e li ser Kurdan lêkolînê dike, ji bo bibe beşek ji berxwedana li Kurdistanê tevlî Çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê bû.

Têkoşîna azadiyê ku bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo hemû gelên bindest e. Gelê Kurd ku timî komkujî û qirkirin lê hate kirin, ji xwe re yekîtî û têkoşîneke gerdûnî esas girt û ji hemû serdemên zehmet derbas bû. Di 40 salên vê dawiyê yên Kurdan de, bi hezaran enternasyonalîst tevlî nava têkoşîna azadiyê bûn. Yek ji van jî Sakîne Rûs e ku tevlî Çalakiya Mertalên Zindî ya li Qendîlê bûye. Sakîne ya 20 salî ku xwe anarşîst û enternasyonalîst dibîne, li Rûsyayê dimîne. Demeke dirêj e li ser Kurdan lêkolînê dike, têkoşeriya Kurdan bala wê dikişîne û ji bo xwe hîn bêhtir nêzî Kurdan bike bi Kurdên li Rûsyayê re têkiliyê datîne.

'PIRTÛKA SAKÎNE CANSIZ GELEKÎ BANDOR LI MIN KIR'

Sakîne Rûs pirtûka "Jiyana min timî şer bû" ya kedkara mezin a têkoşîna azadiyê Sakîne Cansiz dixwîne. Û bi bandora vê pirtûkê tevlî çalakiyên Kurdan ên li Rûsyayê dibe.

Sakîne Rûs diyar kir ku pirtûka Sakîne Cansiz gelekî bandor li wê kir û bi vî rengî qala nêrîna xwe ya li têkoşîna azadiyê ya jinê kir: "Çavkaniya min a herî mezin Sakîne Cansiz bû. Dema ku min pirtûka wê xwend, gelekî bandor li min kir. Rêbaza wê ya nêzîkatiya li jinê û lêgerînên wê yên azadiyê gelekî balkêş in. Tevî vê yekê gelekî girîng e ku azadiya civakê esas digire. Dikarim bi dilrehetî vê yekê bêjim; Sakîne Cansiz ji bo hemû jinên li cîhanê sembolek e. Yek ji mînaka vê rastiyê ez im û min ji ber vê yekê navê Sakîne hilaniye."

JINÊN KURD GELEKÎ WÊREK IN

Sakîne Rûs anî ziman ku berxwedana Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk hate nîşandan gelekî bandor li wê kiriye û ji bo Kurdistanê bibîne û tevlî Çalakiya Mertalên Zindî bibe hatiye Qendîlê. Sakîne Rûs li ser çalakiyê got, "Li ser medya civakî min hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî cih û warê Kurdan dişopand. Dewleta Tirk bombe li van çiyayên bedew dibarîne. Faşîzmeke giran heye. Ciwanên Kurd li vê derê ji bo welatê xwe bûne Mertalên Zindî. Min jî xwest bibim beşek ji vê berxwedanê û li vir im."

Sakîne Rûs destnîşan kir ku jinên Kurd gelekî wêrek in û di dawiya axaftina xwe de got, "Jinên Kurd ji bo vê derê, ji bo azadiya hemû jinan têdikoşin. Xwedîderketina li têkoşîna Sakîne Cansiz ji bo min cihê rûmet û serbilindiyê ye."