8 kesên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin
Kesên ku di qezaya trafîkê de ya li ser rêya Wan-Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, li goristana li navenda Colemêrgê hatin veşartin.
Kesên ku di qezaya trafîkê de ya li ser rêya Wan-Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan, li goristana li navenda Colemêrgê hatin veşartin.
8 kesên ku li ser rêya Wan û Colemêrgê roja Sêşemê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, li Colemêrgê hatin veşartin.
Qeza li nêzî tunela Gozeldere ya li navçeya Payîzavayê rû da.
Di encama qezayê de Selîm Kaya, Gulcan Kaya, Yildiz Erîk, Fadil Korkmaz, Mehmet Yacan, Dîndar Engîn, Erkan Koç, Metîn Kandemîr jiyana xwe ji dest dan û cenazeyê wan ji nexweşxaneya li Wanê ber bi Colemêrgê ve hatin şandin.
Ji Wan û Colemêrgê nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî, her wiha xizmên qurbaniyan tevlî merasîmê bûn.
Kesên jiyana xwe ji dest dan li goristanên li taxên Gupsî û Kiranê hatin veşartin.
Ji birîndaran Şaban Karakaya, Nazli Aksû û Sabrî Erîk li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û du kesên navê wan nehate zanîn li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê têne dermankirin.