8 hunermendên bi kurdî stranan dibêjin binçav kirin
Li Wêranşerê, 8 hunermendên di dawetan bi kurdî stranan dibêjin, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin.
Li Wêranşerê, 8 hunermendên di dawetan bi kurdî stranan dibêjin, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin.
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, cendirmeyan di serdegirtina malan de, endamên Koma Dewran ên bi kurdî stranan dibêjin Ahmet Sar, Menduh Sar, Aslan Akmiş û Unal Aynelî û ji komek din jî 4 hunermendên navên wan nehatin zanîn, binçav kirin.
8 hunermendên bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin, dest pê kê birin Qereqola Leşkerî ya Navçeyê û ji wir jî birin Qereqola Leşkerî ya Rihayê.