5 kolberên di bin aşûtê de mabûn, hatin veşartin

Cenazeyên 5 kolberan ên ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di bin aşûtê de man û piştî 7 rojan malbatên wan xwe gihandin wan, li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin veşartin.

5 kolber li ser sînorê navbera navçeya Elbakê ya Wanê û Rojhilatê Kurdistanê di 18'ê Çileyê de di binê aşûtê de mabûn û cenazeyên wan piştî 7 rojan hatibûn dîtin. Cenazeyên kolberan li gundê Koranê yê Ûrmiyê hatin veşartin.

Cenazeyên kolberan doh êvarê di encama hewldana malbatan de hatibûn dîtin.

Malbatan cenazeyên xizmên xwe birin gundê Koranê yê bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê.

Cenazeyên kolber Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî serê vê sibehê hatin veşartin.