45 rêxistinan nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kurdî dan

45 rêxistinên civaka sivîl, komele, weşanxane, rêxistinên çand û huner ên nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Kurdî dan, diyar kirin ku êrîşên nîjatperest çavkaniya xwe ji polîtîkayên neferet û cihêkariyê digirin.

Bi pêşengiya Tora Ziman û Çanda Kurdî 45 sazî, şano, nivîskar, hunermend, weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl têkildarî Bariş Çakan ê li Enqereyê hat kuştin, hilweşandina Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedîrxan a li Sêrtê û êrîşên li ser zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de êrîş û nijadperestiya li dijî ziman û çanda Kurdî hat şermezarkirin û hat gotin wê êdî gelê Kurd û raya giştî êrîşên li dijî zimanê Kurdî qebûl neke.

Daxuyaniya bi îmzeya 45 saziyan hat amadekirin û belavkirin wiha ye:

“Ji ber polîtîkayên krîmînalîzekirina zimanê Kurdî û bêcezamana hêrişên li hember Kurdan, her roj hêriş li ser Kurd û zimanê Kurdî çêdibin.

Roj nîne ku Kurd û zimanê Kurdî neyê hedefgirtin. Hê berî niha bi du rojan Pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan bi destê qeyûm hate hilweşandin. Piştî danîna qeyûman, yekemîn karê qeyûman ew bû ku tabelayên Kurdî ji şaredarîyên Kurdan daxin, Kurdî ji malperên şaredarîyan rakin û pirtûkxaneyên Kurdî xirab bikin û bi her minasebetê hêrişî Kurdî bikin.

Hê berî niha bi çend mehan Li Çeneqeleyê Ekrem Yaşlîyê 70 salî ji ber ku bi zimanê dayika xwe, bi Kurdî axivîbû rastî hêrişê hatibû û di serê xwe da birîndar bûbû. Lê belê di hêrişa Seqeryayê da Şîrîn Tosûnê 19 salî jîyana xwe ji dest dabû. Mixabin li her du kiryarên van hêrişên nijadperest jî cezaya pêwîst nehate birîn. Ji ber vê yekê jî îro ev hêriş berdewam dikin û wisa dîyar e ku di siberojê de jî wê berdewam bikin.

Duh jî ciwanekî Kurd ê bi navê Bariş Çakan li Enqereyê hate kuştin. Sedema vê kuştinê her çi dibe bila bibe, bertekên ku li hember vê kuştinê derketine nîşanî me didin ku êdî gelê Kurd û raya giştî ya demokratîk hêrişeke din a nijadpereset li hember gelê Kurd û zimanê Kurdî qebûl nake û wê qebûl neke. Kiryarên hêrişên nijadperest her kî dibin bila bibin, gelê Kurd û raya giştî wek berpirsîyar wan polîtîkayên nefretkar û cihêkariyê dibîne ku bi awayekî sîstematîk li hember gelê Kurd û zimanê Kurdî tên meşandin. Hêrişên li ser Kurd û zimanê Kurdî motîvasyon û cesareta xwe ji van polîtîkayan digirin.

Ji ber wê hêrişa ku li Enqereyê qewimî û bû sedema mirina Bariş Çakan em gelek xemgîn in. Em serxweşîyê ji bo malbata Bariş Çakan dixwazin û xwe wek hevxem û hevderdê malbatê dibînin.

Rêya ji bo pêşîgirtina li hêrişên bi vî rengî ew e ku hêrişa li Enqereyê jî tê de hemû hêrişên bi vî rengî ku bê ceza mane der heqê wan de lêpirsîneke karîger bê çêkirin û dawî li polîtîkayên nefret û cudakarîyê bê anîn.”

Navên saziyên daxuyanî îmze kirine wiha ne:

Platforma Şaxan a KESK’a Amedê, Cıvata Çand û Hunerê ya Amîdart, Komeleya Çand û Ziman a Avesta, Kargeha Hunerê ya Aryen, Navenda Çand û Hunerê ya Biharê, Beksav, Platforma Chalak Events, Kargeha Hunerê ya Dengê Meyman, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêmê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî), Navenda Çandê ya Golge, Koma Bajar, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, Komeleya Ferat ji bo Lêkolînên Çand û Ziman, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Ma Music, Hunermend Mîkaîl Aslan, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê, nivîskar Selîm Temo, Şanoya Seyr-î Mesel, Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Mencel, Şanoya Tov, Şanoya Şa Performans, Şanoya Yekta Hêvî, Şanoya Şermola Performans, Teatra Nûpelda, Teatra Jiyana Nû, Şanoya Rituel, ÎKK’a TMMOB’a Amedê, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanên Ar, Weşanên Aram, Weşanên Aryen, Weşanên Azad, Weşanên J&J, Weşanên Kurdistan, Weşanên M, Weşanên Sîtav, Weşanên Tevn û Navenda Çand û Hunerê ya Za.”