4 rojnamevan li Silêmanî hatin destgîrkirin

Li Başûrê Kurdistanê Silêmanî çar rojnamevanên ku çalakiya xwendekaran dişopandin hatin destgîrkirin.

Ji duh êvarê ve rojnamevanên Roj Newsê Berhem Letîf û Birwa Eshed li gel du rojnamevanên din dema ku xwepêşandanên Silêmaniyê dişopandin hatine destgîrkirin û ti agahî ji wan nayê girtin.

Îro Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanan a Silêmaniyê Karwan Enwer û Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb derbarê mijarê de agahî dan Rojnews’ê û diyar kirin her du rojnamevan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine destgîrkirin.

Her wiha Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan, eşkere kir ji bilî her du nûçegihanên Rojnews’ê, nûçegihanê kanala Bexdadiye yê bi navê Ebas Mihemed û nûçegihanê kanala El Şerqiya Erebî Rajan Macid jî hatine destgîrkirin.

Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb, da zanîn her çar rojnamevan duh piştî windabûn, wana lêkolîn kir û piştre derket ku ew ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine destgîrkirin.

Her wiha destnîşankir wan li ser mijarê peywendî li gel Ofîsa Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî jî kiriye, ofîsê ji wan re ragihandiye Qubad Talebanî gelek caran daxwaz ji hêzên ewlehiyê kiriye ku rojanamevan li ser karên wan neyên girtin.

Rêveberê Navenda Metro da zanîn ew li bendê ne her çar rojnamevan îro werin berdan.

Sekrterê Şaxa Sendîkaya Rojnamevanan a Silêmaniyê Karwan Enwer jî diyarkir ji bo berdana rojnamevanên girtî ew li gel aliyên peywendîdar di nava danûstandinan de ne.