217 roj in rojnamevan Silêman Ehmed girtî ye

217 roj in edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed girtî ye. Rojnamevan Silêman Ehmed 25’ê Cotmeha 2023’yan ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED

Edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 217 roj in ji aliyê PDK’ê ve tê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Duhokê bi daxuyaniyekê got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite.

Herî dawî di bin zextên sivîl yên rojnamevan, sendîka û rêxistinên li ser asta herêmî û navneteweyî de, roja 22’yê Gulanê destûr hat dayîn ku parêzerên wî li girtîgeha Asayîşa Duhokê hevdîtinê pê re bikin.