2 welatiyên di êrîşa Heronê de birîndar bibûn li nezaretê ne!

Mehemt Temel ê li gundê Talê yê Colemêrgê ku bi êrîşa SÎHA’yê jiyana xwe ji dest da, Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ê ji 3 kesên birîndar bibûn, 2 roj in li nezaretê tê ragirtin.

Mehemt Temel (35)ê li gundê Talê yê Colemêrgê ku bi êrîşa Balafirên Hewayê yê bê Mirov a bi Çek (SÎHA) jiyana xwe ji dest da, Mûsa Tarhan û Îbrahîm Sak ê ji 3 kesên birîndar bibûn, 2 roj in li nezaretê tê ragirtin. Fadil Taran ê birayê Tarhan ê yek ji 2 kesên ku li nexweşxaneyê dermankirina wan didome û ji aliyê polîsan ve birine Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Colemêrgê, ji bo îhtimala ku birayê wî bînin nexweşxaneyê derman bikin li pêşiya nexweşxaneyê di nobedê de ye. Tarhan diyar kir ku duh ji bo dermankirinê birayê wî di saetên şevê de anîne nexweşxaneyê û got: “Duh dibe ku birayê min ji bo dermankirinê bînin nexweşxaneyê, ez li pêşiya nexweşxaneyê mam. Ber bi şevê ve anîn. Ji mînîbusa polîsan bi peya anîn xwarê. Piştî ku li beşa lezgîn mudaxeleya yekem kir û şûnde di beşa servîsa lezgîn de derman kir. Di vê navberê de qet rê neda em bikevin hundir. Dema derxistinê min li ber derî dît. Polîsna bi lezgîn li wesayîtê swar kirin û birin.

 ‘DI NAVA XWÎNÊ DE BIRIBÛN NEZARETÊ’

Kurê Mûsa Tarhan Leşket Tarhan ê ku ji bo bavê xwe bibîne çûbû emniyetê û bi şertê ku bi Tirkî bipeyive, bi qasî 2 deqeyan bi bavê xwe re hevdîtin kir, diyar kir ku di dema êrîşê de diranê bavê wî yê taxim ketiye û nikare xwarinê bixwe. Tarhan destnîşan kir ku rewşa bavê wî cidî ye û divê bê rakirina nexweşxaneyê wiha got: “Bavê min birîndar e, di nava xwînê de birin nezaretê, ev 2 roj in li wir e. Rewşa wi ya tenduristiyê nebaş e.” Tarhan nerazbûn nîşanî daxuyaniya walîtiyê ya ‘Hevkar’ da û got: “Ew gundê me ye em tim diçûn û dihatin. Ew ji bo xwe xilas bikin wisa dibêjin. Hê pêvajoya darazê destpê nekiriye wisa bi sûcdar dikin û ji ber êrîşa polîsan a li ber nexweşxaneyê jî em ê dozê vekin. Ti sûcê bavê min nîne.”

‘HER DERÊ WÎ BIRÎN E’

Tarhan ê diyar kir ku bavê wî nikare xwarina hişk bixwe got: “Bavê min xwarina şil xwestibû. Min jî xwarina şil biribû. Li emniyetê eger ku ez bi Tirkî baxivim wê rê bidin ku ez 2 deqeyan li gel bavê xwe baxivim. Min bavê xwe dît. Rewşa wî nebaş e. Her aliyê wî birîn e. Ji dehan cihê xwe bi parçeyên şerapnelê birîndar bûye. Ji xwe di dama teqînê de taxima didanê wî ketiye û bi rojane nikare xwarinê bixwe. Min rewşa wî pirs kir. We jî ji bo em pê xemgîn nebin got rewşa me baş e. Rewşa bavê min girane divê di nezaretê de nemîne. Divê bi lezgîn bê rakirina nexweşxaneyê û bê dermankirin.”

Tarhan destnîşan kir ku dema bavê wî bi parêzer re jî hevdîtin kir li ser maseyê bi terelek anîbû û got: “Bavê min bi parêzer re hevdîtin kir. Parêzer jî diyar kir ku divê bavê min bi lezgîn bê rakirina nexweşxaneyê û bê dermankirin, lê ti encam derneket. Ji ber vê ez îro serî li dozgeriyê didim.

‘FERMANA KU WE GIRTÎ, JI SONDA WE XWENDÎ BINIRXTIRE?’

Parlamenterê Colemêrgê yê HDP’yî Nîhat Akdogan diyar kir ku rêveberiya nexweşxaneyê destûr dane birîndar ji nexweşxaneyê derbikevin li dijî sonda dixtoriyê ye û wiha got: “Pêwîste birîndar carek din vegerînin nexweşxaneyê û dermankirina wan were kirin. Birîndarên giran ku 2 hevalên me ji ber bombeyê birîndar bûne li nezaretxaneyê têne girtin. Ev kesên he birîndar in û pêwîste tedawiya wan were kirin. Ez li vir bang li dixtorên ku ev kesên he derman kirine, dikim Sonda Hîpokrat ev e? Fermana ku we girtî ji sonda we xwendî binirxtire ma?”

DEWLETÊ DI 5 ROJAN DE 3 DAXUYANIYÊN CÛDA DA

Akdogan bibîr xist ku dewletê têkildarî bûyerê 3 daxûyaniyên cuda da û wiha got; “Destpêkê kirin ‘endamê rêxistinê’, piştre kirin ‘hevkar’ niha jî Wezîrê Karê Hundir bi xwe dibêje ‘dibe şaştî hebe’. Ev xeletiyekî cîdiye. Di encama bombebaranê de sivîlên ku birîndar bûne hene. Ev kesên ku birîndarbûne di nexweşxaneyê de destê wan hatine kelepçekirin. Li aliyê din 2 welatî ku 2 roj in pêwîste li nexweşxaneya dewletê bin, li emniyetê têne girtin.”

‘SEROKÊ BAROYÊ MA LI BÛRDÛRÊ DIJÎ?’

Akdogan Baroyê Colemêrgê ku li dijî bûyeran bêdenge jî rexne kir û got: “Li vir binpêkirinên cîdî yên mafê mirovan û bê hiquqiyek tê jiyîn. Lê sankî Baroyê Colemêrgê li Bûrdûrê dijî. Eger ku mirovek erk û wezîfeya xwe pêk neîne, pirsgirêkan dibîne, fikaran digre pêwîst nake ku li ser peywîrê be. Kesê wisa jî dike wê hesabê bide civakê.”

Birayê Îbrahîm Sak ê ku li emniyetê tê girtin Halîl Sak diyar kir ku têkildarî rewşa birayê xwe li gel kesekê hevdîtin nekirine û têkildarî rewşê agahiyek ne standine.

Îsmaîl Aydin ê ku birîndariya wî girane û gelek caran emelyat bûye, li Nexweşxaneya Colemêrgê ya Dewletê di beşa lezgîn de tedawiya wî tê kirin.