2 hevşaredar hatin girtin

Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û hevşaredarê Gimgimê Ulke Karaaslan ên duh hatin destgîrkirin û li şûna wan qeyûm hatin danîn, hatin girtin. 3 hevşaredar jî bi ‘şertê kontrola edlî’ hatin berdan.

Duh Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû, Hevşaredarên Gimgimê Mahmût Yalçin û Ulku Karaaslan û Hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk hatibûn destgîrkirin û qeyûm tayînî şûna wan hatibûn kirin.

Ji hevşaredarên hatin destgîrkirin Hevşaredara Kopê Eylem Sarûca, Hevşaredarê Gimgimê Mahmût Yalçin û Hevşaredarê Lîzê Dîlaver Kesîk bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan, Hevşaredarê Kopê Adnan Topçû û Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî hatin girtin.

hevşaredarên bi "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin û girtin, birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.