18 parêzerên MEBYA-DER'ê ketin ber lêpirsînê

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber wekaleta muwekîlên xwe der barê 18 parêzeran de bêyî destûrê ji Wezareta Dadê bigire lêpirsîn da destpêkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de li dijî MEBYA-DER'ê operasyon hat kirin û 29 kes hatin destgîrkirin. 5 kesên hatibûn destgîrkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 7 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber wekîltiya muwekîlan der barê 18 parêzeran de, bêyî destûrê ji Wezareta Dadê bixwaze lêpirsîn da destpêrkirin.

Parêzerên têkildarî wan lêpirsîn hatiye destpêkirin wiha ne: Gulan Çagin Kaleli, Elîf Taşdogen, Harîka Karataş, Denîz Yildiz, Muhittin Muguç, Fettah Keleş, Serhat Çakmak, Bawer Mizrak, Emrah Baran, Osman Çelîk, Şîlan Çelik, Firat Îke, Huseyin Bogatekin, Serhat Eren, Ramazan Kurt û Berdan Acun. Navê 2 kesan jî nehat fêrbûn.