168 sal ceza li 27 kesan hate birîn!

Di doza qirkirinê de ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî nav de ye 168 sal cezayê girtîgehê li 27 kesan hate birîn.

Sala 2008’an li Edeneyê bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” di çarçoveya ‘KCK’ê de Rojnameger Seyîthan Akyuz, Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven jî di nav de 96 kes di çarçoveya ‘KCK’ de hatibû destgîrkirin û darizandin. Rûniştina dozê ya biryardayînê pêk hat.

CEZA LI 27 KESAN HATE BIRÎN

Doz li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Edeneyê pêk hat. Hinek siyasetmedar û parêzerên ku ji dozê ne girtî dihatin darizandin beşdarî dozê bûn.

Meqamê îdîayê ji bo 96 kesan ku di nava wan de Guven jî heye bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” xwest bên cezakrin.

Heyeta Dadgehê ji bo 27 kesan ku di nava wan de Rojnameger Akyuz û Guven jî heye bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî û ji bo 69 kesên din jî biryara beraetê da.

PARÊZER: DOZÊN KÛMPASÊ

Piştî dozê Parêzer Vedat Ozkan biryara dadgehê nirxand û got ev doz ji aliyê endamên Cemaeta Gulen ve hatine amadekirin û dosyayên kûmpasê ne.

Parêzer Yasemîn Dora Şeker jî diyar kir ku cezayê 375 sal yê ji bo 60 kesan hatî dayin ne li gorî hiqûq û nirxên gerdûnê ye.

Parêzeran diyar kirn ku ji bo xirakirina biryarê wê li dadgeha bilindtir îtiraz bikin.