15'ê Sibatê li Wanê hate şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê li Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di salvegera 19'an de li Wanê hate şermezarkirin.

Rêxistina HDP'ê ya Wanê bi vê wesîleyê li ber avahiya DBP'ê ya bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Okkeş Kawa û gelek welatiyên bajêr tevlî bûn.

Rêveberê HDP'ê yê bajêr Nûrî Erol daxuyanî a û bi bîr xist ku 3 sal in bi ti awayî destûr nayê dayin ku Ocalan parêzer û malbata xwe bibîne.

Erol diyar kir, ji roja astengkirina hevdîtina bi Ocalan re di nava 3 salan de bi hezaran mirov li welêt jiyana xwe ji dest dane, êşên giran hatine kişandin û travmayên mezin rû dane. Nûrî Erol destnîşan kir ku bi tecrîdê, destûra bingehîn û hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî yên ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî tên binpêkirin.

Erol işaret bi berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê kir û got, bi rêya vê berxwedanê pûç bû û bi milyonan kesî bi îmzeya xwe xwedî li Ocalan derketin.

Di dewama axaftina xwe de Erol got, tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser jiyaan hevpar a demokratîk, wekhev û azad e û wiha dewam kir: "Em komploya 15'ê Sibatê û tecrîda giran şermezar dikin. Heta ku şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê yên Ocalan bên sererastkirin wê têkoşîna me her mezin bibe."