15 Baroyan bertek nîşanê blokekirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê da

15 Baroyen li Kurdistanê bertek nîşan da ku çima AYM blokeyê dide ser alîkariya xezîneyê ku HDP’ê jê digirt û diyar kir ku blokekirin destwerdan e li hilbijartan.

Bi daxwaza Serdozgeriya Dadgeha Bilind Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bloke danî ser alîkarîya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji xezîneyê dihat. 15 baroyên li Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanê biryarê da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Aktorên polîtîk tim digot ku bila alîkariya xezîneyê ya HDP’ê bê birîn. Ev biryar ji gelek aliyan ve li dijî Destûra Bingehîn û yasayan e. Li gor xala 68’emîn a Destûra Bingehîn, Dadgeha Destûra Bingehîn dawiya dawî dikare biryara girtina partiyekê bide, qismek ya jî tevahiya alîkariya xezîneyê bibire. Li gor xala 69’emîn a Destûra Bingehîn bi navê girtina tevdîrê, dayîna biryarê, diyarkirina aliyê xwe ye û li dijî hukmê amir ê Destûra Bingehîn e. Li gor sererastkirina di xala 149’emîn de; ji bo biryara girtina partiyeke siyasî bê dayîn ya jî ji alîkariya dewletê bêpar bê hiştin, li hemberî piraniya dengê ji sisêyan duduyê endamên tev li civînê bûne, bi dayîna biryara dadgehê ya ji bo tevdîrê bi dengekê zêde, diyar e ku biryar ne hiqûqî ye.“

Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin gava mirov vekolîna hukumên fermandar ên Destûra Bingehîn dike, dibîne ku biryara dadgehê daye ne bi gelek dengên zêde biryar hatiye dayîn û ev tişt hatin destnîşankirin:

 “Diyar e ku biryar ji aliyê yasayî ve seqet e. Di serdemekê de ku li welêt amadekariya hilbijartinan tê kirin, ev biryara ku AYM’ê daye, di heman destwerdana dadgehê ye li hilbijartin û siyaseta demokratîk. Em baroyên îmzeya wan li jêr; bang dikin ku ev biryara diyar e ku ne yasayî ye û ji bo pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê rîsk e, bê betalkirin.“

Baroyên daxuyanî îmze kiriye ev in:

“Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Dersim, Amed, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.“