10 sal cezayê girtîgehê li hevseroka MEBYA-DER’ê hate birîn

10 sal cezayê girtîgehê li hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas hate birîn.

Derbarê hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas bi îddîaya endama rêxistinê ye doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate kirin. Almas ji Girtîgeha Jinan a Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî dozê bû. 

Almas diyar kir ku ew endam û rêvebera MEBYA-DER’ê ye û di sala 1995’an de hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye. Almas bal kişand ser vî tiştî ku êşa ku hatiye serê wê, ew naxwaze were serê kesên din.

Heyeta dadgehê 10 cezayê girtîgehê li Almas birî û xwest bila rewşa girtîbûnê ya Yuksel Almas jî bidome.